Cîhan

Konferansê Ewlehiyê destpê dike

Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê wê îro dest pê bike . Konferans wek mezintirîn foruma gotûbêjên ewlehiyê li cîhanê tê dîtin û çendîn rêkeftinên ewlehî û dîplomatîk têne îmze kirin.

Zêdetirî 40 serok, serokwezîr û 90 wezîrên derve yên Ewropa, Amerîka, Asya, Rojhilata Navîn, Afrîka û Amerîkaya Latîn beşdarî konferansê dibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî ji bo konferansê hatine vexwendin. Biryare Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel çend berpirsên beşdar di konferansê de bicive û hinek hevdîtina pêkbîne.

Back to top button