Cîhan
Piştî 28 salan nesûcdar hat dîtin.
Kesê ku li DYAyê ji ber sûcê kuştinê cezayê muebetê lê hat birîn, 28 sal şûnda nesûcdar derket.
Lamar Johnson ê 50 salî ku 28 sal in li eyaleta Missouri ya Amerîkayê girtî ye, bêguneh hat dîtin. Hat diyarkirin ku delîlên pêbawer hatin dîtin û Johnsonê ku ji ber cînayetê cezayê muebbetê lê hatiye birîn, sûc nekiriye. Piştî ku nesûcdarîya wî eşkere bû, dadger mehkûmkirina Johnson betal kir û ew serbest berda.
Di daxuyaniyê de parêzerên wî diyar kirin ku ti tişt nikare salên wî yên hatine dizîn vegerîne.