Kultur

Name Ji Bo Prof Dr. Qedrî Yildirim

Gava min li wê bernameya cenabê te ya ku li televizyona Haber Turkê hate weşandin temaşe kir, ez wek kurdekî bi zanayekî gehaştî wek cenabê te serbilid bûn û min iftîxar kir.

Lê belê du agahdarî ji ber hafîzeya cenabê te averê bûne, li virê dixwazim ku wan li gor belgeyên heyî bibêjim:

1-                 Cenabê te got: “Selahedînê Eyûbî di riya Tikrîtê de ji dayik bûye”.

2-                 Bietkirina Eşîrên Kurd bi Osmaniyan  re.

Di rastiyê de eger ev gotin li televizyonê nehatibûna weşandin, hewceyê vê nameya min jî nedikir. Lê belê ji ber ku hatiye weşandin, ez jî bêgav dimînimn ku bi riya çapemeniyê van du xalan zelal bikim.

 

BERSIV-1

Siltan Selahedînê Eyûbî, ne di riya Tikrîtê de hatiye dinyayê. Lewra Şêx Edhem Berzanî di Jîneweriya xwe de li ser jidayikbûna Selahedînê Eyûbî weha gotiye: ”Gelezan û rewşenbîrên Ewrûpayê dibêjin ku Eger ne Selahedînê Eyûbî yê Kurd (1138-1193) bûya, dê rewşa ola Îslamê ya îro ne weha bûya.” û Şêx Edhem Berzanî weha domandiye: ”Niha ev cihê ku em lê rûniştine (bajarê Pîrmam), heger roj ba, di vê pencerê ra, lê ne bi çavêt çekdar ango bi dûrebînê  me dê gundê Selahedînê Eyûbî dîtiba. Gundê Selahedîn, Dêwîn e herweha jê re Dewîn jî tê gotin. Selahedîn ha li vî gundê hesta hatiye dinyayê.”

Bêguman çewa ku navê hemû cih û warên kurdnişîn li Bakûrê Kurdistanê ji aliyê desthelatiya kemalîzmê ve hatine guhertin û bi tirkî nav lê kirine, li Îraqê jî desthelatiya Sedam Huseyn navê piraniya deverên kurdî guhartine û navên erebî lê kirine.

Navê bajarokê ku gundê Dêwîn pê ve girêdayî ye û ku cihê jidayîkbûna Selahedînê Eyûbî ye, Pîrmam bû. Lê ji mêj ve Kurdan ji bo jibîrnekirina Selahedînê Eyûbî, navê taxeke vî bajarî danîne Selahedîn û navê Pîrmam jî li ser taxa rojhilata bajêr hiştine.

Lê belê Sedam Huseyn navê Selahedîn ji ser vî bajarî rakiriye û li bajarê ku cihê jidayikbûna wî (Tikrît) bi xwe ye danîye. Îcar navê bajarokê ku Kurdan navê Selahedîn lê danîbû, Sedamî kir ”Mesîf”.  (Mesîf jî, di erebî de navê cihê seyrangehê ye)

Niha jî piraniya Kurdan ferqa di navbera Selahedîna li bakûrê Hewlêrê û Selahedîna ku li bakûrê Bexdadê ye pir nizanin.

Îcar dixwazim bibêjim ku Selahedînê Eyûbî ne di riya Tikrîtê de, lê li gudê Dêwîna Pîrmama Kevn hatiye dinyayê. Li vî gundî niha jî hin akincî hene ku xwe bermayîyên Eşîra Eyûbiyan dizanin û xwe pismamê Selahedîn didin nasandin.

 

BERSIV-2

Mamosteyê Hêja Prof. Dr. Qedrî Yildirim.

Eger min bi xeletî ji televizyona  Haber Turkê nebihîztibe, bi zimanê tirkî cenabê te weha got: ”Kurt daginik eşiretler, Osmanliyla biat ederek, karşiliginda serbest olurlar.” (Eşîrên Kurd ên belawela bi Osmaniyan re bîet kirine û li pêşberê wê serbest mane).

 

Diyar e ku ne eşîrên Kurd, lê mîrên Kurd, ne bi Osmaiyan re, lê bi Selîmê ku piştre bûye siltan re peyman îmze kirine. Navê vê peymanê jî ”Peymana Amasyayê” ye û ev peyman di 1914an de bi serokatiya Mewlana Idrîs Bedlîsî çêbûye. Sedemê vê peymanê jî, Mezhebê Şîatiyê bûye. Mesele jî weha rûdaye:

Çaxê Şah Îsmaîlê Sefewî rabû Rêçika Şîatiyê  (1501) kir ola fermî ya dewleta xwe, Kurdan ew rêçik nepejirand û dest ji Sinîtiyê bernedan.

Şah Îsmaîl leşker hinart ser Kurdan, bi hezaran serê Kurdan hatin jêkirin û ber bi Rojavayê Kurdistanê ve çû, heta nêzî herêma Dêrsimê û piraniya axa Kurdistanê vegirt. Ew xwînxwariya şah Îmaîl, bû sedem ku Kurd bibin hevalbendê Tirkan.

Mewlana Idrîs Bedlîsî û Mîr Şerefdîn, dizanibûn ku Siltan Selîm bavê xwe ji ser text aniye xwarê li şûna wî rûniştiye û duwazdeh birayên xwe jî kuştine da jê re nebin asteng, lê hovîtiya Farisan destûreke rewa da wan ku ew bi xwînxwarekî wisan re jî bibin hevalbend. Îcar li bajarê Amasyayê li ser van sê xalên li jêrê peyman bi Selîm re îmze kirin:

Mîrên Kurd wê di nêv axa xwe de serbixwe bin û gerdiş û rêzanên xwe yên kevnare biparêzin. Mîrîtiya wan weke rêzanên kevn ên berê, ji bav bigihîje kur.
Mîrên Kurd, wê sînorên Kurdistanê bi leşkerên xwe biparêzin. Eger xwehermenda Osmanî bi xwehermendeke biyanî re şer bike, wê leşkerên Kurd ên siwarî di bin serokatiya serleşkerên xwe de alîkariya wê bikin. Eger xwehermendeke biyanî (Şah Smayîl) êrîşê Kurdistanê bike, wê xwehermenda Osmanî alîkariya wê bike.
Mîrên Kurd her sal wê hinek dirav, bi navê alîkarî bidin xizna Osmanî.

Jixwe diyar e heta ku ev peyman di navbera Mîrên Kurd û Selîmê ku piştre bû Yawuz Siltan Selî de çênebûye, sînorê dewletkokên Tirkan ên li Anatolyayê, ji Sêwazê ber bi Rojhilatê ve berfireh nebûye.

Ya din dîrokzan jî rind dizanin, çendî ku Peymana Qesa Şêrînê di 1639an de di navbera Sefewî û Osmaniyan de çêbûye jî, lê dîsan jî heta dawiya sedsala 18an jî, desthelatiya Osmanî sîwana xwe li ser axa Kurdistanê venegirtiye. Ev yek di Tarîxa Osmanî de jî zelal tê dîtin dema ku behsa tarîxa bajarên Kurdistanê tê kirin, tenê behsa seyahetan hatiye nivîsandin ku filan siltan, filan demê, di filan bajarî re derbas bûye û çûye filan derê…

 
Hîvîdar im ku birayê hêja Prof. Dr. Qedrî Yildirim vê nameya min bide ber çavan û li ser van du xalan raweste û di bernamene dî de vê zelaliyê bibêje.

 
Zeynelabidin Zinar

[email protected]

Back to top button