Ji bo mexdûrên erdhejê hêsankirina vîzeyê
Hikûmeta Almanyayê ji bo kesên ku di erdheja Tirkiyê û Sûriyê de ji erdhejê brîndar bûne, bê mal mane û nas û xwedîyên wan li Almanyayê hene, astengiyên vîzeyê sivik dike.
Wezîra Karên Hundir a Almanyayê Nancy Faeser, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand û got, “Em dixwazin ji bo malbatên ku dixwazin xwedîyên xwe yên brîndar û bê mal ji herêmên karesatê bînin Almanyayê, astengîyên li ber vîzeyê hêsantir bikin”.
Li gor Nancy Faeser, wê ev vîze zû bên derxistin û wê ji bo sê mehan bi sînor bin.
Wezîra Karên Derve ya Alman Annalena Baerbock jî diyar kir ku ew bi Wezareta Karên Hundir a Almanyayê re planeke hevpar pêk tînin û got, “Em weke hikumeta Alman dixwazin alîkariyê bidin malbatên li Almanyayê da ku xizmên xwe yên di erdhejê de mexdûr bûne, bînin vir û wan derman bikin. Ji bo vê jî ekîbeke xebatê hatiye avakirin”