Baş be, lê ne belaş be!
Bi navê çepîtî û insanîyetê em doza azadîya milletên dinyayê û bi navê dîn û olê jî em li azadî yekîtîya ol û mezhebên xelkê digerin.
Nûrî Çelîk
Ji dema Hz. Adem bigrin û heta bi îro hesûdî, zikreşî û pê re jî berjewendî berdewam e. Ji ber hesûdî, zikreşî û berjewendîyê kurê Adem Kabîl brayê xwe Habîl kujtiye û ji wê rojê de hesûdî û berjewendî ketiye xwîna insên û insan ji bo berjewendîyê hevdu dikujin.
Berjewendîyên şexsî, malbatî, êl û eşîrtî heta bi îro jî bi dawî nebûne. Li welatên Rojava piştî bi dawî bûna sîstema feodalîzmê û pêkhatina netew-dewlet an, îcar berjewendîyên netewî û dewletan derketin holê û siyaset jî li ser bingeha berjewendî û aborîyê hat avakirin. Berjewendîyên aborî bûne stûna siyasetê û her dewlet yan hikûmet siyaseta xwe li gor berjewendîyên welatê xwe dimeşînin.
Em Kurd ji roja roj de me girîngî nedaye berjewendîyên xwe. Me ji xelkê re başî kiriye lê me li hember başî û qencîya xwe tiştek ji xelkê nexwestiye. Çi şexsî be, çi malbatî êl û eşîrtî be, çi ji siyasî û partîtî be, me herdem berjewendîyên xelkê di ser berjewendîyên xwe re girtiye û em bûne xulamên xelkê. Evhest û helwesta me ya mirovatîyê, başî û qencîya ku me bi xelkê kiriye hertim bûye xerabî û li me vegeriyaye.
Îro jî em di heman rewşê de ne. Wek millet, wek hêz û partîyên siyasî, me ji paşeroja xwe ders nesitendiye. Me qewmîyet û berjewendîyên xwe yên netewî danîye alîyekî û bi navê insanetî û piştgirîyê me barê dinyayekê daye ser pişta xwe. Li şûna ku em bi xwe û derdê xwe, bi xwe û pirsgirêkên xwe dakevin, li şûna ku em azadî û rizgarîya xwe û milletê xwe ji xwe re bikin xala yekem, em bi dû azadî û rizgarkirina xelkên dinyayê ketine. Bi navê çepîtî û insanîyetê em doza azadîya milletên dinyayê û bi navê dîn û olê jî em li azadî yekîtîya ol û mezhebên xelkê digerin.
Li tu deverek dinyayê nehatiye dîtin ku meriv dev ji êş û azarên xwe, dev ji pirs û pirsgirêkên xwe berde û şîn û êşa xelkên din bikşîne. Heger cudabûn û ferqek di navbera me û milletên din de hebe belkî tenê ev yek be. Xelk ji bo xwe, û em jî ji bo xelkê dixebitin. Ev taybetmendî tenê di xwîna me Kurdan de heye.
Wek min li jor jî nivîsand, piştî derketina netew-dewlet û damezirandina dewletan, êdî berjewendîyên malbatî, êl û eşîrtîyê cîhê xwe ji berjewendîyên netew-dewletan re hişt û berjewendîyên netewî bûn berjewendîyên civaka giştî û dewletê. Ev yek li Ewrûpa û li gelek welatên pêşketî yên dinyayê wilo bûye. Li welatên bindest û paşdemayî yên ku wek dewlet serbixwe nebûne û feodalîzm lê desthilatdar e, berjewendîyên şexsî, malbatî, êl û eşîrtî lê berdewam in. Em Kurd jî yek ji wan millet û welatên bindest in ku heta îro jî em berjewendîyên şexsî, malbatî, êl û eşîrtî û di qada siyasî de jî berjewendîyên partîtîyê di ser berjewendîyên netewî re digrin.
Mesela me li ser başî û belaşîyê bû.
Me derîyên xwe di 1071ê de ji Moxolan re vekir û ew kirin şirîkê ax û welatê xwe. Bê berjewendî, bê hîle, bi başî û safîtîya xwe. Wan çi kir, başî û safîtîya me ji xwe re bi kar anîn û em kirin kolê xwe. Me derîyên xwe ji gelek ol û mezhebên cuda re vekir, bi dilê safî û insanetî. Wan çi kir, em kirin qurbanên ol û berjewendîyên xwe. Îro jî em bi dilekî pakdestên xwe dirêjî herkesî dikin û di xizmetê de qisûrê nakin. Lê mixabin xelk û dewletên cîran vê helwesta me ya pak li dijî me bi kar tînin û jê sûdê werdigrin.
Belkî ew safîtî û dilpakî di xwîna me de hebe nizanim, lê gelek zanyar û civaknas safîtî û dilpakîya zêde wek ” ehmeqî” û „ xwenenasî ” dinirxînin. Belkî jî rastîyek di gotinên wan de hebe. Yan na, milletekî wek milletê Kurd, milletekî ku hejmara wî ji gelek netewe û dewletên din zêdetir û nêzîkî 70 milyonî ye, çima bindest maye û heta îro jî nebûye dewlet. Helbet em ne ehmeq in. Lê safîtî û dilpakîya me li serê me bûye bela û dikin nakin em nikarin xwe ji vê dilpakî û mirovperwerîyê xilas bikin.
Hilbijartin jî tê de, çi têkilîyên ku li ser hasabê Kurdan bên kirin, divê ne bê berjewendî bin. Wek dibêjin, dil li beramber dila ye. Dilê ku ji bo me lê nede û hesabê xwe li ser safîtî, dilpakî û binpêkirina berjewendîyên me bike, divê em destê alîkarîyê dirêjî wî dilî yan wî destî nekin. Yanî, pêşî can, piştre canan. Pêşî divê em li xwe, li millet û berjewendîyên welatê xwe bifikirin û piştre bi hawara xelkê ve biçin.
Di van çend rojan de tofan û qiyametek mezin li serê milletê me rabû. Erdheja ku gelek gund bajarên Bakur û Rojavayê Kurdistanê wêran kir, dilê me êşand, em brîndar kirin. Bi vê minasebetê ez sersaxîyê ji milletê Kurd re dixwazim û hêvîdarim êş û brînên me zû derman bibin.