Ev ne karê dewleta kûr e
Parlementerê Mêrdînê Ahmet Turk di derbarê bûyera kuştina sê jinên kurd li Parisê daxuyanikî da rojnemevan Ali Ekber Erturk ji rojnama Akşam a Tirkî.
Ahmet Turk dibêje ku, ev karê hanê ne karê dewleta kûr e.
Di vê derbarê de Ahmet Turk dibêje: Ji bû bûyerê em niha nikarin bêjin kîne û tu adresekî destnîşan bikin. Ez hêvî dikim ku ev bûyera nexweş tu zererê nedê pêvajoya aşitiyê. Dêma ev pêvajo destpêkirî herkesek hêviyê bû ku provakasyonek çêbibe. Gelek vekiriye ku hinek bi vê kiryarê dixwazin astenga ji aşitiyê re çêbikin.
Berdewamiya daxuyaniya xwe de Ahmet Turk dibêje: Ew îdiayên ku dibêjin dewleta kûr ev kar kiriye ne gelek di cihê xwe de ye. Heta niha ew aliyê ku em bi dewleta kûr nav dikin, tu çelakiyên kuştinê li himber serkirdiyatiya rêxistinê nekiriye.
Turk bawer dike ku ev kompoloyek nevdewletiyê û ji bo vê jî got: Hinek alî naxwazin Tirkiye li herîmê bibe hêzek xwedî bandor û naxwazin Tirkiye bibe welatek demokratik. Ev bûyer dikare ku karê van aliyan be. Li Rojhilata navî tevezina kuwetê ji nû ve tê avakirin. Wek ihtimalekî mirov dikare bêje belkî aliyên nijadperest jî ev yek kiribin.