Nivîsar

Qetlîama 3 jinên kurd li Paris

 

Ev qetiliyama sê jinên kurd militan û welatparez li Parise, bi organizasiyoneki profosyonel, bi îhtimalek mezin, bi destên rêvebiren hêzen târî ji aliyên ên bilindve hatiye plankirin.

Ev hêzen târi, bi her rengên xwe baş tê dîtin ku ji pêşketina xwestekên azadixwazên gelên kurdê ên bakur çikas diçe mezintir dibe û ji van pêşketinan ketine nav xofek mezin.

Ew wa difikirin, bi van metodên barbari û bi kuştinan belki dengên van xwestekên mafên netewî kem bikin û çend salê din paşva bidin. Ew bi şiklên kuştinên hovi baş diyar dike ku, ev hêzen serdest ên târî û hevalbendên wanî sivil di siyaset xweda iflaskirine û xelasbune, bixwe, bixwe di bêçareyiyêde hatine dakurtin, lomajî bi van metodên kujeriye derdikevin û tên hawariya siyaseta hevalênxwey di iflaseda, lê ev metod evbu sed salê bikar tînin / bi kar anin, lê ewana tucar nikaribu gelê kurd xilas bike, dengêwî qut bike û ew rabin li hemu dinyayê pêşiyawî diwarê çin û maçinji avabikin ewê di bê çareyede bigevizin û hundabikin, xwestekên gelê kurd eve.

KURD, Gelek vekiri û zelal bi hemu tevdanaxwe di jiyande; gelê kurd dibeje hemu tişte te heye, ezjî wek te wan mafa dixwazim, ez ne kêmîteme, bi hemu rengi heqê xwe jite dixwazim, ezjî weke te û ezê ji te bistinim, ti bidijî te bidi, tu nedijî tê bidî û ezê mafên xwe ji te bistinim û bi nafên xwe jiyana xwe li welate xwe, li ser erda bav û kalê xwe, azad wek her mirovî dixwazim bijîm.

Ey hêzên tari ez bi navên xwe te ji van hemu karinên tey qirej û barbariyate, te rureş dikim, tu ne sisêyan jime bûkûjî, tu rojê hezari jî jime bûkûjî, heta sed salên dinjî tu nikari li ber berxwedana lêhiya rewa û heq ya gelê kurd jipiya biminî, ey xûnrêj û xûn xwarê zalim, em însanên kurd îdi li herderi û bi miliyonan hene, bi kuştine îdi xilas nabin, reyênme di erda Kurdistanêde bi kokbuyê, îdi em şax didin û li her ciyêk bihna kûlîlkên şaxênme li cihanê belav û difure; bikuştine, îdi kesek nikare pêşiya vê xwesteka mafê netewa kurd ên rewa û demokratik asteng bike û kinga hebe ewê dirok ji van karinêntey zalimi û kuştinên însanan te meşandiye, jite hesap bistine; Ew hêzen tari, bi hemu hevalbendexwre, wûne kinge hebe, hesabên vana li hember huquqên însaniyete îfade xwe bidin û bên mahkumkirin…

 

Suayip Adlig

 

 

Back to top button