Tovên dijberiyê û qelemên tûj

Bi wî aqilê ku li ser asasê ne hevalên min e, ne baş an bi kêr nayê, berdin. Li gor zanîn, kanîn û bîrewiriyê mafê kesan bê parastin. Divê kesên bê partî an tevger kêm neyên dîtin, gelek ji wan ji yên endamên partî an tevgeran, zanatir û jîrtir in.
Bûbê Eser
Li gor min sedema tovên dijberiyê û qelema tûj li dij hev, ew e ku hin ji siyasetmedarên ji salên 1970 mane û dema dibin endam an rêvebir êdî tehamula hevalên xwe yên bi salan, nakin. Ji ber ku ew hevalê wî ne bi wî re ye an di partî û tevgera wî de kar nake. Lê fêm nake ku bi mejiyê 1970 û 80 mirov nikare civata sala 2022an bi rê ve bibe.
Hezar mixabin ku partî û tevgerên niha hene, bi serokatî û di rêvebiriya salmezinan de ango bi kadroyên salên 70/80 karê siyasî dikin ew jî nabe. Ji ber ku her yekî ji wan çend çiv dane xwe.
Partî û tevgerên xwe belav kirine, dilê hevalên xwe hiştine, emrê kuştina hevalên xwe dane. Bi hezar fen û fûtan derew li hevalên xwe kirine. Partî an tevger ji bona malbata xwe bi karanîne. Niha dîsa ew tên ba hev. Dibêjin em ê ji bona kurdistaneke azad kar bikin. Ji nûde çend kesên dilsozên welatê xwe jî ji wan bawer dike û li gor gotinên wan, dilê hevalên xwe yên bi salan bi hevre êş kişandibûn, di zîndanê de, di tepsiyekê de nan bi hevre xwaribûn, dihêlin. Ji ber vê ye partî û tevgerên niha bi ser nakevin û dê nikaribin bi serkevin.
Serok û rêvebirin tu partî û tevgeran naxwazin an nahêlin zarokên wan bi karê siyasî û rêxistinî ve mijûl bibin. Zarokên xwe didin xwendin û dikin xwedî karên baş. Bûk an zavayê gelekan ji wan jî dibin tirk.
Di karê partî û tevgerên niha de lêpirsîn tune ye. Kî çawa dixwaze wê dike. Hesabpirsîn tune ye. Loma partî û tevgerên niha bêtirên wan bûne şexsî. Bi karê şexsî û bi şexsan ve mijûl in.
Partî û tevgerên niha bi salmezinan maye, ew jî nikarin ji bin barê ku wê Kurdistanê azad bikin rabin. Bar giran e û taqata wan êdî nemaye. Ji ber vê ye her kesên ne bi wan re xerab rê didin. Yanî dixwazin kêmanî û nebiserketinên xwe bixin hustiyê kesên ne bi wan re ne.
Çareserî
Li gor min divê wan kadroyê salên 70/80 dev ji rêvebirî û serokatiya partî û tevgeran berdin. Li şûna xwe zarokên xwe bixin nava karên siyasî da ku ew bibin rêber.
Di hemî kar û wazifeyan de divê hesab dayîn û stendin hebe. Divê bi tena xwe li gor mejî û aqilê xwe, kes tevnegere.
Partî û tevgerên heyî divê ji bin kontrola şexsan derkevin. Li gor destûr û bernameyan tevbigerin.
Hema carekê jî be endamên wan partî û tevgeran lêkolînekê li ser serok û berpirsên xwe bikin da ku fêr bibin wan di jiyana xwe ya 40/50 salan de bi çi mijûl bin û çi kiribûn û dikin. Sedema ji partî an ji tevgera xwe bi dûrketina wan çi bû.
Bi wî aqilê ku li ser asasê ne hevalên min e, ne baş an bi kêr nayê, berdin. Li gor zanîn, kanîn û bîrewiriyê mafê kesan bê parastin. Divê kesên bê partî an tevger kêm neyên dîtin, gelek ji wan ji yên endamên partî an tevgeran, zanatir û jîrtir in.
Heger bi rastî em azadiya Kurdistanê dixwazin, divê em berê ciwanên xwe çalak bikin ew jî ji xwe de destpêkirinê dibe. Ez ê zarokên xwe ji karê siyasî û partiyê dûr bigirim û bêjim çima ciwan tune ye? berdin. Her berpirsek zarokekî xwe bixin nava tevgar an partiya xwe mesele tê halkirin. Lê nakin…
Bila kes nebêje ciwan tune ne. Hene û gelek in, lê mixabin sal mezin rê nade wan ku ew bibin rêvebir. Ji ber ku piraniya salmezinên ji salên 1970/80 tên êdî di ware nefsî de nexweş in. Lê kes vê rastiyê qebûl nake.
Mejî û aqilê bi hevrekarkirin û avakirina sîwaneke neteweyî bi kurdên bakur re çênebû ye. Heta ku mirov nebe neteweyî, mirov nikare di bin sîwaneke neteweyî de bi hevre ji bona azadiya gelê xwe kar û xebatê bikin.