Êdî Rêberê Geştiyariyê Kurdistanê bi zaravayê Kurmancî û bi zimanê Farisî û Tirkî jî heye
Bi mebesta pêşkêşkirina xizmetguzarî û hêsankariyê ji bo wan geştiyarên ji welatê Îran û Tirkiyê ve serdana Herêma Kurdistanê dikin, Desteya Geştuguzariya Herêmê Rêberekî bi zimanên Kurdî latînî(Kurmancî) û Farisî û Tirkî çap kir.
Li gor daxuyaniyeke ji Desteya Geştuguzariyê rêber bi 5.000 pênc hezar dane bi kalîteyekî bilind hatiye çap kirin û ji 142 rûpelan pêkhatiye û 140 cîh û warên geştiyarî bi 250 wêneyên rengîn li xwe girtiye.
Heman demî de hinek ji cûreyên geştuguzarî wekî şûnewarî û olî û siyasî û jîngehî û kultûrî û çareseriyê li xwe girtiye û li dawiya rêberê jî nexşeya geştiyarî hatiye danan û cihên geştiyarî li ser vê nexşeyê hatine diyar kirin.
Deste radigihîne ku armanca wan ewe bikarin vê rêberê bighînin destê welatiyan û mîhvan û geştiyaran ku serdana Herêma Kurdistanê dikin û eve jî wekî hewlek nîşan didin ji bo rûnkirina geştiyarên welatên dewruber.