Polîtîk

Mesrûr Barzanî û Balyozê Tirkiyê li Iraqê rewşa Iraqê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû gotûbêj dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Cotmeha 2022an, pêşwazî li Balyozê Tirkiyê li Iraqê Elî Riza Gunay kir.

Di hevdîtinê de, gotûbêj li ser rewşa giştî ya Iraqê, hewlên pêkanîna hikûmeta nû û bidawîanîna xitimandina siyasî û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hatin kirin.

Her wiha di civînê de tekezî li pêşvebirina pêwendiyên dualî, bi taybetî di warê aborî û bazirganiyê de hate kirin.

Back to top button