Polîtîk

Em ji hinek pêkhateyên Iraqê zêdetir giringiyê didin serweriya Iraqê

 Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Alî Riza Guney bersiva pirsa derbarê kuştina Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel de da û got: “Ewlehî û aramiya Iraqê ji bo me girîng e. Armanca me ew e ku weke dewletên serwer, peywendiyên xwe yên dualî, ji rêxistinên terorîst bêpar bimeşînin. Hesasiyet û bendewariya me ya di têkoşîna li dijî terorê de ji vê yekê tê. Kokên PKKê û yên girêdayî PKKê ji bo me hedef in.”

Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Alî Riza Guney di merasîma vekirina ofîsa Vîzaya Gatewayê ya li Hewlêrê de axivî û diyar kir ku salane ji Iraq û Herêma Kurdistanê derdora milyonek kes diçin Tirkiyê.

Alî Riza Guney da zanîn ku ew ofîsa vîze ya 13mîn e û got: “Ji ber ku em ketin demsala zivistanê dibe ku hejmarên heyî kêm bûne, lê dîsa jî rojane 4-5 hezar kes serlêdanê dike. Di vê havînê de carna giheşt 7 hezarî.”

Guney diyar kir ku  bi helkefta vekirina ofîsa vîzeyê, li Herêma Kurdistanê di asteke bilind de çend hevdîtin pêk anîne û got: “Peywendiyên dualî yên di navbera Tirkiye û Iraqê de li ser qadeke berfireh e. Em hewl didin peywendiyên xwe bi awayekî ku di xizmeta berjewendiyên her du aliyan de bihêztir bikin. Bêguman Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê di çarçoveya yekîtî û yekparçeyiya Iraqê de rêveberiyeke destûrî ye. Di çarçoweya yekparçeyiya axa Iraqê û yekrêziya siyasî ya Iraqê de, em peywendiyên xwe yên dualî li gel rêveberiya Herêmê, her yek ji serokwezîr û serokomar, bi awayên curbicur dimeşînin, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên her du aliyan bike û Iraqê bike.”

Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel di 4ê Cotmeha 2022yan de li Silêmaniyê di êrişeke çekdarî de canê xwe ji dest dabû.

Li ser pirsa Peyamnêra Rûdawê Peyam Serbest ya derbarê kuştina Nagihan Akarsel û tohmmetbarkirina Tirkiyê di kuştina wê de Gunay got: “Min behsa hêviyên me yên ji têkoşîna li dijî pêkhateyên PKKê kir. Em ji hinek pêkhateyên Iraqê zêdetir giringiyê didin serweriya Iraqê. Ew fêm dikin ku wateya wî çi ye. Iraq cîran û dostê me yê qedîm e, birayê me ye. Ewlekarî, aramî û bextewariya Iraqê ji bo girîng e. Armanca me ew e ku weke dewletên serwer, peywendiyên xwe yên dualî, ji rêxistinên terorîst bêpar bimeşînin. Hesasiyet û bendewariya me ya di têkoşîna li dijî terorê de ji vê yekê tê. Kokên PKKê û yên girêdayî PKKê ji bo me hedef in.”

Back to top button