Civak

Li Hewlêr encama êrîşek teroristî efserekê Asayîşê jiyana xwe ji dest da

Li hewlêr bombeyek k udi otomobilekî de hatibû cih kirin teqiya û di encam de Kesek î jiyana xwe ji dest da û 2 zarok û jinek jî birîndar bû

Di derbarê bûyerê de, Asayişa Herûma Kurdistanê daxûyaniyek ragihand.

Daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê

Îro înê 07.10.2022 demjimêr 12:20ê piştî nîvro li taxa Serbestî ya bajarê Hewlêrê, efserekî Ajansa Asayîşê  bi navê Hawkar Ebdullah Resûl di encama êrişeke terorîstî de jiyana xwe ji dest da. 2 zarok û xwişkek, ji ber 2 bombeyên ku li wesayîta wî hatibûn girêdan li wî ketin, birîndar bûn.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi tundî vê kiryara terorîstî ya tirsonek şermezar dike û lêkolîn li ser wê yekê destpêkiriye û dê encamderên vê kiryara terorîstî bên sizadan.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê

7ê cotmehê 20

Back to top button