
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Brîtanyayê James Cleverly pêwendiyeke telefonî pêk anîn.
Di pêwendiyê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Wezîrê Derve yê Brîtanyayê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwest.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Brîtanyayê sersaxî û xemgîniya xwe ji bo kuştina xelkê bêtawan a di êrîşên van demên dawî yên ser Herêma Kurdistanê de anî ziman.
Herwiha herdu aliyan tekezî li ser girîngiya pêşvebirina pêwendiyên dostane û bihêz ên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê kirin û hevnêrîn bûn li ser berdewambûna pêwendî û hevahengiya navbera herdu aliyan.