Sala 2013an li Kurdistanê û li cîhanê pîroz be!
Peyama pîrozbahiya sala nû.
Hevwelatiyên hêja!
Em ji sala 2012an derbasî saleke nû, sala 2013an dibin. Miletê me bi hestên pak û pîroz, bi hêviya ku sala nû ji neteweyê kurd û ji tevahiya cîhanê re aştî, aramî, birayetî û azadiyê bîne, haziriya pîrozkirina sersaleke nû dikin.
Em wekî PDK-Bakur hêvîdar in ku sala nû ji neteweyê mer e û ji hemû gelên cîhanê re aştî û azadiyê bîne. Herweha daxwaza me ku sala nû ya 2013an ji bo neteweyê kurd û ji bo mirovayetiyê bibe sala aştî û sala serkeftina demokrasiyê, li Rojhilata Navîn û li tevahiya cîhanê.
Bi vê mebestê, em sala nû ya hemû hevwelatiyên xwe, sala endam, dost û hogirên xwe bi dilgermî pîroz dikin û ji wan re serfîrazî dixwazin.
Sala 2013an li Kurdistanê û li cîhanê pîroz be!
29.12.2013
PDK-Bakur
(Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur)