Xwepêşandanên meha Cotmehê li meydana Tehrîr li Bexdayê îro dîsa dest pê kirin; Li Nasiriyeyê baregehên girtî yên Bedir, Hîkme dewleta hiqûqê hatin şewitandin.
Xwepêşander ji îro danê sibê ve ketine meydana Tehrîrê û rêya ku ji Meydana Tehrîrê diçe Pira Cumhuriyetê bi temamî hatiye girtin.
Xwenîşanderan dest bi avêtina siloganan kirin dema ku gihîştin Meydana Tehrîr, û hêzên ewlekarî yên giran hatin bicîh kirin daku nehêlin xwepêşander ji herdu pirên Komarî û Sana derbasî devera Kesk bibin.
Hejmarek karmendên ewlehiyê yên çekdar jî li hember xwenîşanderan li pişt bendên betonê amade ne.
Demjimêr 08:30 danê sibê hejmarek ji xwepêşanderan hilkişiyan ser pira Komarê û ber bi berbendan ve çûn, lê hêzên ewlehiyê ji bo nehêlin xwepêşander ber bi pêş ve biçin, agir berdanê.