Wezareta derve ya Tirkiye di derbarêder Rûsyayê ya ku,herêmên Donetsk, Lûhansk, Kherson û Zaporozhye yên Ukraynayê tevlî axa Rusyayê dike de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em biryara îlhaqê ya Rûsyayê red dikin. Ev binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.”
Tirkiye dibêje ku, em vê biryara Rusya qebûl nakin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Tirkiye bi referandûmeke ne rewa ya ku di sala 2014’an de li herêmên navbûrî de hatî kirin e nas nekir û her carê tekezî li ser piştgiriya xwe ya xurt a ji bo yekparçeyiya axa Ûkraynayê, serxwebûn û serweriya Ukraynayê anî ziman, di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em biryara dagirkirina Donetsk û Luhansk red dikin.
RÛSYA JI SEDÎ 15 YA Ukraynayê girêda
Piştî Qirimê, Rûsyayê herêmên Donetsk, Luhansk, Kherson û Zaporizhia bi xwe ve girêda û ji sedî 15ê Ukraynayê li axa xwe zêde kir. Di merasîma ku li paytext Moskowayê hat lidarxistin de, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û serokên rêveberiyên bi navê alîgirên Rûsyayê ji bo girêdana herêmên Donetsk, Luhansk, Kherson û Zaporizhia yên Ûkraynayê bi Rûsyayê re peyman îmze kirin.