CîhanRojev

Milisên Îranî li Surye ji hinek cihên xwe vekişiyan

Hizbullaha Lubnanî û milîsên Îran piştgirîya wan dike, piştî zincîre êrîşên asmanî yên Îsraîlî ji çend cihên Sûrîyê vekişiyan.
Li gorî rojnameya Times of Israel, efserekî pilebilind ê artêşa Israîlî got, milîsên Hizbullaha Lubnanî û komên çekdar ên ku Îran piştgirîya wan dike, piştî zincîre êrîşên asmanî yên Israîlî ji çend cihên Sûriyê vekişiyane.

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Benny Gantz eşkere kir ku çend baregehên leşkerî li Sûriyê bûne kargehên mûşekan û ji bo çêkirina mûşekên bi rêkûpêk ji bo Hizbullaha Libnanî û komên çekdar ên Îranê yên li herêmê tên bikaranîn.

Wî got ku Îranê vê dawiyê dest bi avakirina kargehên pêşketî li Yemen û Libnanê kiriye, di nav de navendeke lêkolînên zanistî li nêzîkî bajarê Masîaf li bakurê rojavayê Sûriyê, ku metirsiyeke potansiyel e li ser herêmê û Îsraîlê.

Back to top button