Sala xwendinê ya 2022-2023an dê 12ê Îlonê roja duşemê dest pê bike.
Ew dest pê dike, lê dibistan dîsa bi pirsgirêkên giran vedibin. Bi qeyrana aboriyê re, yûrgeh û cihê razana xwendekaran, kantîn, xizmetguzarî û hwd. Lêçûnên mezin dê gelek zorê li xwendekar û malbatên wan bike. Ji ber ku enflasyon û bilindbûna hemû tiştan li gorî salên berê pir zêde ye.
Ji bo gelê Kurd û xwendekarên wan pirsgirêk ji pirsgirêkên aborî û civakî wêdetir e. Gelê me û zarokên wan ên ku dê biçin dibistanê dê ê dîsa bi pirsgirêkên giran ên perwerdeya bi zimanê biyanî re rû bi rû bimînin. Qirkirina çandî ya ku ev sed sal in berdewam dike wê di sala perwerdeyê ya 2022-2023’an de jî girantir dubare bibe.
Gotina Hikûmeta AKP’ê ya “asîmîlasyon qediya” derew e, ji ber ku asîmîlasyon bi hemû leza xwe dewam dike.
Çimkî;
Vekirina beşên Ziman û Wêjeya Kurdî ku li hin zanîngehan perwerdeya lîsansê didin; Gavên weke weşana bi zimanê Kurdî ya Anadolu Agencyê, Vekirina qenala TRT Şeş TV, Vekirina enstîtuya bi navê Enstîtuya Zimanên Zindî ya di nava Zanîngeha Artukluyê de û li dibistanan gavên yê bijartina zimanê Kûrdî… Lê ev gav asîmîlasyona li ser ziman û çanda kurdî qet sivik nake. Ji ber ku ji wan re reform jî nayê gotin. Her wiha ev gav ne fonksîyonel in û nakevin şûna perwerdeya bi zimanê Kurdî.
Yekemîn pêngava girîng a mayînde ya ku wê asîmîlasyona li ser ziman û çanda gelê me rawestîne; perwerdeya bi zimanê dayikê. Ji dibistana seretayî heta zanîngehê perwerdehiya bi zimanê Kurdî girîng e. Sedema hebûna me ye. Daxwazeke ku nayê paşxistin e. Em bang li partî, sendîka, saziyên çandî û pîşeyî yên Kurd dikin ku bi hev re daxwaza zimanê dayikê biparêzin.
Em bang li partiyên siyasî û rewşenbîrên Tirkiyeyê dikin; Perwerdehiya bi zimanê Kurdî biparêzin
Banga me ji hikûmetê re; astengiyên li pêşiya perwerdeya zimanê zikmakî rakin.
İlon 2022
Partiya Komunîst a Kurdistanê – KKP