Divê em ji bo berjewendiyên bilind ên Kurdistanê kar bikin
Serokê Kurdistanê li gel Serokê Fraksiyonên Parlemena Kurdistanê civiya
Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li Selahedîn bi amadebûna Serok û Sekreterê Parlemen li gel Serokê Fraksiyonên Parlemena Kurdistanê ji bo behskirina wan giriftan ku berî çend rojek li ser meseleya damezrandina Serokê Desteya Mafê Mirov li nav Parlemena Kurdistanê da rû dabû civiya.
Di destpêkê de Serokê Fraksiyonên Parlemen dîtin û nêrînên xwe yên derbarê wê giriftê xisterû û paşê jî Serok û Sekreterê Parlemen ronahî kirin ku berbijêrkirina Serokê Desteya Mafê Mirov li gor yasaya desteyê li desthilata Serokê Parlemen û Serokê Hikûmeta Herême û ew kesê ku ji bo vê postê jî tê berbijartin navê wî ji bo dengdanê tê Parlemenê.
Serok Barzanî ji bilî tekez kirina li ser rola girînga Parlemen, balkişand li ser girîngiya pêkve karkirina hemû fraksiyonan û daxwaz kir ku prensîpê sazan bikin fakterekî girîngê pêkve jiyana siyasî û aliyetek jî bidozin ji bo çareserkirina wan giriftan ku têne pêş Parlemen û bi rûhiyetek jî dawî bi wê civînê bîne ku xelkê Kurdistanê pê dilxweş bê û dûpat jî kir ku tebayî û yekrêzî li vê qonaxê da pêwîstin ji bo rû bi rûbûna metirsiyan û karek nekin ku ne hez sûd jê wergirin.
Desthilat û opozîsyon divê pêkve ji bo berjewendiya bilinda Kurdistanê kar bikin, ji ber ku berpirsiyarî hevbeşe, beşek ji wan li ser desthilate û ewê din li ser opozîsyone û prensîpa tewafuq jî baştirîn prensîpe ji bo derxistina wan yasayan ku rehenda nîştmaniya wan heye, lê belê ew tewafuq jî nabê li ser pêvera vî yan wî bê, belku dikarê her aliyek tenazul ji hinek wan pêverên xwe bike bo ku her du alî bigihin wê tewafuqa ku mebesta wane. Ya girîng her du alî divê baweriya wan bi hevdû hebê û guh bidin hevdû ji ber ku eger her aliyek bi gumanê ve temaşa ewê din bike wê demê tu aliyek ji wan du aliyan nagihin encamê.
Opozîsyon divê awêne(eyne) bê ji bo desthilat bo ku wan kêmasiyan pê nîşan bide, lê belê bi vî awayî jî na ku hemû tiştek bi kêmasî bizanê.
Li dawiya civînê de biryar dan dawî bi giriftê bînin û hemû fraksiyonên Parlemenê jî civînek saz bidin ji bo danîna aliyetek sebaret bi tewafuqata wan yasayan ku rehenda nîştimaniya wan heye.