Cîhan

Sê zarûkên fermî heftêm qaçax

 

Polîtîkaya Çînê bo zarûkan 3 ye, lê ya karbidestekî Partiya Komunîst 10 zarûk in.

Ev polîtîkaya Çînê ji bo her malbatekê zarûkek, ji bo hinekan jî heta sê zarûk çêdibin. Ev hawe rojeva dinyayê serobin kiribû.

Lê va ye derket holê ku yek ji desthelatdarên Paretiya Komûnîst bûye bavê deh zarûkan û jinên wî jî çar in.

Piştî ku ev mesele derket holê, li medyay Çînê wek skandalekeke mezin hate pejirandin. Li ser vê yekê komîteya birêvebir naçar ma ku endametiya hevriyê xwe yê mêrê çar jinan bide cemidandin.

Îcar ev kesê bavê deh zarûk û mêrê çar jinan kî ye:

Navê mêrik Ji Junwen e, 43 salîye, li gundê Xizana girêdayê bi bajarê Taiyuanê  paytexta eyaleta li meyana Çînê rûdine.

Jiyî komunîst bi jina xwe ya ewil re mehra fermî heye, lê nikaha wî bi sê jinên din re tune. Îcar wî bi belgeyên sexte qertê nifûsê bo her deh zarûkên xwe jî ji dewletê wergirtiye.

Îcar li gor zagona Çînê, çi zarûkê ku tê dinyayê, eger mehra bav û dê ya fermî nebe, kaxezê nifûsê nadinê. Her çar jinên Ji, di karxaneya wî bi xwe de kar dikin. Navnîşana zarûkên xwe jî ji ser gundan daye nîşandan.

Li gor zagona Çînê, kesên bi vî rengî li pêşber zagonên dewletê sextekarî bikin, divê ew bêtin sezadan.

Hêjayê gotinê ye ku ev camêrê mêrê çar jinan, belk misilman be jî û kes ageh jê tune.

Back to top button