Nûnerê Mîrê Êzdiyan Cewher Elî Beg da zanîn ku ciwanên êzdî bi taybetî yên Şingalê li Almanya, Swêd û welatên din ên Ewropayê tên qetilkirin.
Cîgirê Emîrê Êzidiyan bo karûbarên ragihandinê Cewher Elî Beg ji BasNewsê re got: “Hêzek ciwanê êzdî bi navê Rênas Heyder Qasim li Almanyayê hat kuştin û berî du rojan xortekî din bi navê Naîf Evdel Temo li Hannoverê hat kuştin. Ciwanê êzdî yê bi navê Zêdan Xelef li Yewnanîstanê dema xwestibû koç bike jiyana xwe ji dest da.
Cewher Elî Beg dibêje: “Şêniyên Şingalê ji ber qirkirina terorîstên DAIŞê koçber bûne û nikarin vegerin malên xwe, mixabin ciwanên Şengalê li derve tên qetilkirin Divê jiyana gelê me bê parastin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li welatên derve gelek pirsgirêkên gelê me hene, ji ber van pirsgirêkên civakî qetilkirin jî hene. Em daxwaz dikin ku jiyana gelê me li welatên Ewropayê bê parastin.”
Berî niha Rêvebirê Giştî yê Karûbarên Êzdiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî li Herêma Kurdistanê Siûd Misto ji BasNewsê re ragehandibû: ‘’Piştî 8 sal bi ser jenosîda Şingalê de, penaber nikarin vegerin malên xwe ji ber ku aramî nemaye. Li Şengalê ewlekarî nemaye, ev jî bûye sedem ku mirov li ser derketina derve bifikire, koçkirina ciwanên êzdî yên li derveyî welat metirsiyeke mezin li ser êzdiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.”
Herwiha Siûd Misto dibêje: “Hemû cihên pîroz ên şîeyan li Herêma Kurdistanê ne û ev cih û gelê me li Herêma Kurdistanê parastî ye, lê dema ku xelkê êzdî koçberê derveyê welat dibin, nikarin êzdiyan biparêzin ji ber ku êzdî tenê li Kurdistanê dikare were parastin ne li Ewropayê ye.”
Piştî ku hêzên pêşmergeyên Kurdistanê Şingal ji terorîstên DAIŞê paqij kirin, şervanên PKK hewlên mezin dan bo kontrol kirina deverê, ev armanc di rojên îxaneta 16ê Cotmehê de, ji tirsa siyaseta çewisandin û çekdarkirina bi darê zorê ya PKKê û fişarên ku ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatibûn çêkirin, pêk hat. Piştî dagirkirina Şingalê xelkê êzdî reviyan û hinek ji wan riya welatên din girtin.