Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bi minasebeta 76 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) peyameke pîrozbayî pêşkêşî Serok, endamên mekteba siyasî, serkirdatî û kadroyên Partiya Demokrata Kurdistanê kir.
Peyama Qubat Talabanî:
Rêzdar serok û endamên mekteba siyasî, serkirdayetî û kadroyên Partiya Demokrata Kurdistanê
Bi helkefta salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi germî pîrozbahiyê li we dikin û hêviya serkeftinê û pêşketinê di xebata zêdetir a xizmetkirina gelê me de dixwazin.
Em hêvîdar in ku ev salveger bibe bingehek ji bo pêkve jiyanê û çareserkirina nakokiyan û dirustkirina jîngeheke guncaw ji bo diyaloga avaker li gel aliyên siyasî yên din li ser meydana siyasî ya welat ji bo bidestxistina maf û parastina berjewendiyên bilind ên gelê Kurd û Iraqê. gelan.
Ez dîsa we pîroz dikim
Qubad Talebanî
Cîgirê serokwezîr