Vatîkan rêzê li helwesta serok digire
Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Kardînal Leonardo Sandrî Serokê Grupa Dêrên(Kilise) Rojhilat li Vatîkan û şande li gel kir.
Li hevdîtinê de, Kardînal Leonardo Sandrî mebesta serdana xwe ya Herêma Kurdistanê ronahî kir ku agahdarbûne li rewşa Mesîhiyên Herêma Kurdistanê bi giştî û ew Mesîhiyên ku bi sedema karên teroristî ve ji navçeyên dinê Iraqê xwe spartine Herêma Kurdistanê û ji bo wê girîngiya ku bi welatiyên Mesîhî û koçberên Mesîhiyan didin spasî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêmê kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê li vî warî de mînakekî xweşik pêşkêşî bi cîhanê kiriye, ji bo wê yekê jî hêjayî rêzgirtinê ye.
Serok Barzanî ji bilî xweşhalî derbirîna bi serdana Kardînal Leonardo Sandrî ragihand ku ferheng û çanda gelê Kurdistanê çandekî vekiriye û hemû pêkhatên wê ji mêjve bi awayekî aştiyane dijîn û çarenûsa hemûyan jî bi pêkve hatiye girêdan û mafê her takekî vê Kurdistanê jî li ser bingeha welatîbûnê hatiye mîsoger kirin û tu cûdahiyek jî li navbera welatiyek û welatiyeke din da nayê kirin.