Barzanî û Talabanî rewş nirxandin
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokkomarê Îraqê Celal Talebanî kir û piştî rewrisma pêşwaziyê Barzanî û Talabanî civînek pêkanîn..
Piştî hevdîtina Barzanî û Talabanî, civînek di navbera mekteba siyasî ya PDK-ê û YNK-ê de jî di serokatiya Barzanî û Talabanî de hate darxistin. Civîna her du aliyan bi daxuyanîkî ji raya giştî re hate ragihandin.
Di civînê de behsa pêvendiyên di navbera Partiya Demorkata Kurdistanê û Yekîtiy Nîştimaniya Kurdistanê de hate kirin û her du alî tekez li ser girîngiya peymana steratejîk kirin ku, çawe çê kirina vê peymana han pêdeviyeke sereke bû, her bi vê rengî jî niha parastin û pêşde birina vê peymanê pêwisteke div ê qonaxê de.
Di civîna hevbeş de berfirehî li ser arîşeyên navbera Iraqê û Kurdistanê de heyîn hate sekinandin.
Bi taybetî pirsa damezrandina hêzên Dîcleyê û tevgerên çend lîwayên Artêşa Îraqê û hatina wan bo deverên weqetandî yên Kurdistanê bi berfirehî hatin nirxandinHelwesta hukumeta Iraqê helwestek bi têkder hate navkirin.
Kiryarên Malikî li dijî berejwendiyên Gelên Îraqê ye û li dijî destûra bingehîn ya Îraqê ye. Ji hemiyê jî girîngtira li dijî pêvendiyên kevnar yên di navbera Kurd û Şîiyên Îraqê de ne.
Lewre hevpeymaniya Kurdistanî dibe di xema wan peyvendiyan de be û derfet nede ku, peyvendiyên han bibin qurbaniya armanc û xwestekên çend aliyên siyasî yên di nava desthilata niha ya Îraqê de.
Di derbarê peyvendiyên heyî yên bi Tirkmanan re jî tekez li ser vê yekê hate kirin ku, bihêztir kirin û baştir kirina peyvendiyên han bi awayekî ku, xizmeta tevahiya aliyan bike pêdeviyeke sereke ya vê pêvajoyê ye.
Mêjareke din ya vê civîna han helwesta aliyên siyasî yên Kurdistanê ya di derbarê ev aloziyê de bû ku, ji aliyê çend kesên nava desthilata Îraqê de hatine afrandin û tekez li ser girîngiya yek helwestî û yekrêziya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê hate kirin û herwiha helwestên Gel û aliyên curbicur yên Kurdistanî jî a li hember ev aloziyên han û amadekariyên hêzên Pêşmerge jî hatin teqdîrkirin.
Di dirêjahiya vê civîna han de peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û welatên Cîran de jî hatin nirxandin û tekez li ser baştir kirin û bihêztir kirina peyvendiyên dostane yên bi welatên Cîran re hate kirin û her du alî diyar kirin ku, dibe hewl were dayîn daku, derfetek çê bibe ku, doza Kurd li parçeyên din yên Kurdistanê de bi awayekî aştiyane were çareserkirin û dibe parêzgarî ji mafên reva yên tevahiya Gelê Kurd were kirin.
Di dawiya vê civîna han de biryar hate dayîn daku, civînên hevbeş yên di navbera her du aliyan de berdewam bin.
Mekteb siyasiya PDK
Mekteb siyasiya YNK