Dewleta kûr parast
Komisyona Lêkolîna li Derbeyên Leşkerî ya Parlemana Tirkiyê, çû girtîgehê û îfadeya kevnewezîrê navxwe Mehmet Agarî girt. Agar hin tiştên balkêş gotin, lê gelek bûreyên ku serê benik digeha wî û hevalên wî, negotin.
Çewa kut ê zanîn, Mehmet Agarê kurdnijad, dema ku hêj xwendekar bûye, ew û serokê PKKê Evdile Ocalan û serokê rêxistina bi navê Hizbullahê Welê Islamoglu, bi hevudu re li xwendegeha bi navê ”Siyasal Bilgilen Fakultesi”yê xwendine.
Mehmet Agar pêşî bûye serokê saziya polis, piştre bûye walîyê giştî yê herêma bakûrê Kurdistanê û demekê bûye wezîrê navxwe jî. Piştî ku teqawîd bûye, bûye serokê partiya Dogru Yolê û niha jî ew ji ber kiryarên bêqanûnî ku kiriye, di girtîgeha Aydın Yenipazar K1 Tipiyê de girtî ye.
Mehmet Agar li girtîgehê çar saet îfade da komisyonê.
Pirsên Komisyonê ev bûn:
1- Ew kuştinên qisasnediyar ji aliyê kê ve dihatin kirin?
Mehmet Agar: Çi karê ku min kiriye û daye kirin, qanûnî bûne. Lê kesên ku wan kuştinan kirine, tev hatine girtin. Wek mînak: Yê ku parleman Mihemed Sincarî kuşt, niha girtî ye.
2- Haya te ji wê lîsteya karsazên Kurd ku ji aliyê Konseya Ewlekariyê ve hatibû amadekirin, heye?
Mehmet Agar: Haya min ji lîsteyeke wisan tune.
3- Te alîkarî kiriye ku navê parleman Mistefa Bayram ji lîsteya kuştinê derkeve?
Mehmet Agar: Mistefa Bayram û Yalim Erez bi hev re hatin ba min. Me hevûdu dît. Mistefa li xwe bi guman bû, min qertê xwe dayê û gotê ku tu dikarî 24 saetan li min bigerî.
4- Tu û serokwezîr Tansû Çilerê bi hev re çûne Îsraîlê. We bi îsraîliyan re hevdîtineke nihênî kiriye. Ew mesele çi bû?
Mehmet Agar: Me hevdîtin ji bo desteserkirina Apo kir. Lê wek eşkere, me ji bo kirrîna çek hevdîtin kir.
5- Ew çekên ku wenda bûn, bi kur ve çûn?
Mehmet Agar: Ew çek ji bo berxwedana bi terorê re pêdivî bûn û hatin bikaranîn jî. Lê çênedibû ku ew çek hatibûna qeydkirin. Hemû dewlet jî karên wisa dikin.
6- Tu derheq wan îşkenceyên ku li dehhezaran kes hatin kirin, çi dibêjî?
Mehmet Agar: Ew ne îşkence bûn, lê ew hawayên hişk ên lêpirsînê bûn.
7- Ew dewleta Kûr çi bû?
Mehmet Agar: Ew ev bû ku ji bil Mûsil û Kerkûkê, divê zêde axa me wenda nebe!
8- Çima serokkomar Turgun Ozal hate kuştin?
Mehmet Agar: Axaftina min di vî warî de, rehmetî Ozal nerihet dike. Wa ye Kartal Demirag hêjî dijî. (Ewê ku qule bera Turgut Ozal daye)
9- Kontirgerilla Çi bûn?
Mehmet Agar: Tiştekî wisan tunebû. Kontirgerilla hêzeke taybet bû û ew tev lehengên pir qenc bûn jî.
10- JITEM çi bû?
Mehmet Agar: JITEM ne di qada xebata min de bû.
Rojeva Kurd/Enqere