Polîtîk

BDPê hemû xebatên xwe yên meclîsê rawestandin

BDPê hemû xebatên xwe yên li komisyonên meclîsê rawestandin. Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, îro beşdarî 2.Desteya Giştî a HDKê (Kongreya Demokratîk a Gelan) bû. Li wir Demîrtaş axaftinek kir û diyar kir ku, ji îro pê ve, heta  ku grevên birçîbûnê bi dawî bûne, BDPê li meclîsê, hemû xwebatên xwe yên komisyonan rawestandine. Tenê BDP wê beşdarî Desteya Giştî a meclîsê bibe û li wira jî dîsa wê mijara BDPê grevên birçîbûnê bin.  

Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe de îfade kir ku, li her der û deverê ev ê berxwe bidin. Dawiya vê heftê wê li gellek bajaran meşa ber bi girtîgehan ve lidarbixînin û li pêşberî girtîgehan çalakiyên rûniştinê pêk bînin.

Hevserokê BDPê Demîrtaş, di axaftina xwe de rexneyên giran li hikumeta AKPê kirin û anî ziman ku, ji ber ku konsepta AKPê a ku pirr pê bawer dikirin rûxiyaye wana dîn û har bûne. Demîrtaş wiha dewam kir, “girtîgehan midaxeleya rewşê kiriye. Ji roja ku tecrîdê destpê kiriye û heta îro 1037 kesa jiyana xwe ji dest dane. Li girtîgehan kesên ku min ji wan re hevdîtin pêk anî, bi zimanekî eşkere ji min re gotin ku, li derve di nav sal û nîvekê de ewqas kes mirine. Em ê ev mirinana, vî şerî  bi dawî bikin. Her çiqas em ê di hûndir de bin jî, yên ku di vî şerî de mirin, kesên herî dawî bila em bin. Biryardariya xwe nîşan dan ku, heta mizakere destpê nekin, wana wê çalakiya xwe bidomînin.”

Demîrtaş, di axaftina xwe de îfade kir ku, ji bo ku bê mirin çalakî bi dawî bibin, çi ji destên wan hat wana kir û heta niha bi hikumetê re 10 caran hevdîtin lidarxistine. Demîrtaş, “niha em ê di qonaxeke wisa de ne ku, ji bo îmzeyê Erdogan dipên. Baş e, gelo mirin dipên?”      

Back to top button