Cîhan

Bi serdaneke fermî gihişte Taranê

 

Samî Ergoşî sekreterê rojnamevaniyê serokê hikûmeta Kurdistanê, di daxuyaniyeke taybet de bo malpera fermî a hikûmeta herêma Kurdistanê (KRG), got: “Duhî êvarê roja şemiyê 10.11.2012ê, Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya şandeyeke bala a herêma Kurdistanê, li ser daxwaza fermî a komara Îslamiya Îranê, gihişte Taranê.

Sekreterê rojnamevaniyê yê serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: “ Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Taranê de dê digel mezine berpirsên komara Îslamiya Îranê bicive û di civînan de dê mijarên mîna pêşxistina têkeliyên dualî yên di warê aborî, bazirganî û enerjiyê de bi berpisên îranî re bên minaqeşekirin.

Ergoştî got ku, Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re, herwesa, dê rewş, guhartin û pêşhatên deverê û herêmî û rewşa Îraqê bi desthilatdarên hikûmeta Îranê re gotûbêj bike.

 

Back to top button