Polîtîk

"Qendîl gellekî sar bû"

Komisyona ku di bin baniyê meclîsa Tirkiyê de hatiye avakirin a Lêkolîna Darbe û Muxtirayan, doh li Qesra Dolmabaxçeya Stenbolê, bi Serfermandarê berê yê Tirkiyê Yaşar Buyukanit re hate ba hev û di derbarê gellek mijaran de îfadeya wî girt. Ji endamê komisyonê parlementerê BDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, li ser wê hevdîtinê nivîsek weşand. Di nivîsa xwe de Onder diyar dike ku, ew paşayê bi qudret yê ku dema li ser peywirê bû bê minet û bê perwa daxuyanî didan çûye, kesekî tirsiyaye li şûna wî maye.

Parlementer Onder, di nivîsa xwe de qala operasyona leşkerî a Qendîlê a ku wê heyamê gellekî li ser niqaş hatibûn kirin jî dike. Onder wiha dibêje, “min sefera Qendîlê a ku wek sefera Qendîlê a meşhûr destpêkir û bi têkçûnê bi dawî bû, ji Buyukanit pirsî. Min got, hûn di nav 3 rojan de şûnda vegeriyan. Wî got ku, nêzika heftekî dewam kir. Me li ser “4 an 5 roja dewam kir”ê de li hev kir. Hinçeta di nav çend rojan de vegerînê wiha got, “Qendîl gellekî sar bû.” Welleh wiha got. Heta şûşa avê a li ber xwe rakir û got, “ev ava jî diqerisî.” Min careke din ji wî pirsî, baş e lê dijmin jî ne di heman şert û mercan de bû? Wiha bersiv da min, “wana di şikeftan de diman.” 

Di heman îfade girtina Yaşar Buyukanit de, qala daxuyaniya wî a ku ji bo kesên ku Pirtûkxaneya Umut bombe kiribûn û ji aliyê gel ve hatibûn girtin gotibû, “ez wana nas dikim, zarokên baş in” jî hate kirin. Di wê mijarê de Buyukant îfade kiriye ku, “Talabanî êrîşa Barzanî dikir. Wê demê Barzanî 3 hezar pêşmerge dabû bin fermana me û me êrîşa Talabanî û PKKê dikir. Alîkarê min pêşmergeyek bû. Ew çawişê bi navê Alî wê wextê wergeriya min dikir. Min ew li wira nas kir.” Endamekî komisyonê jê dipirse, “roja bûyerê çawiş Alî 5 cara ji we re têlefon kiriye” wiha dibersivîne, “tiştekî wisa tine ye.”

Back to top button