Ji bo beşdarî fîlmek da bike 5 milyon dolar didinê
Lîstikvana komediya Emerîkî Bên Steler 5 milyon dolar pêşkêşî stranbêja navdara Emerîkî Lêydî Gaga kiriye ku beşdarî li fîlmek da bike ku ew bi xwe karê derhêneriya wê fîlmê dike.
Rojnameya “Sen” a Brîtanî eşkere kiriye ku Bên Steler ji niha de bi niyaza berhemanîna fîlmekî komedî ya bi navê “Zoolander” e û hemû tiştek ji bo wê yekê dike ku Gaga li vê fîlmê da rol wergire.
Gaga ya temen 26 salî ku pir hewadartirîn stranbêja niha tê pejirandin heta niha bersîva wê daxwaza Bên nedaye û rojname eşkere kiriye ku sedemeke serekî ji bo hilbijartina Gaga ji bo eweye ku ew stranbêj ji bo wê rokê gelek guncawe. Lê belê renge sedema serekî ji bo ewe bê ku Bên baş dizanê eger Gaga rola serekî li wê fîlmê de wergire bi awayeke berfireh pêşwazî li wê fîlmê têkirin û dahatekî xwe ya zêde dibe.