Polîtîk

Gul talîmat da: Çi pêwiste bikin

 

Di roja 57 an de di derbarê greva birçîbûnê de Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul, Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn vexwende Qesra Çankaya û jê re hewdîtinek pêk anî. 

Hevdîtin bi çapemeniyê re girtî pêk hatiye û qasî seetek û 15 deqa dewam kiriye. Hat ragihandin ku Gul, di derbarê grevên birçîbûnê de agahî ji wezîr Ergîn girtine. 

Abdullah Gul, bal kişandiye ser pirsgirêka cidî a greva birçîbûnê û nerehetiya xwe a di vê mijarê de ragihandiye. Gul îfade kiriye ku, pêwiste mijar demekê pêşde bê çareserkirin û ji Wezîrê Dadê Ergîn xwestiye ku çi pêwiste bicîh bîne. 

Bi vê mijarê ve girêdayî , daxuyaniyek jî a ji bo bi dawî bûna çalakiya greva birçîbûnê, ji Serokatiya Konsey Rêvebir a KCKê hat. Di daxuyaniya xwe de KCK diyar dike ku, ger daxwazên çalakgeran yên maqul bên qebûl kirin, grevên birçîbûnê karin bi dawî bibin. Di daxuyaniya xwe de KCKê helwesta hikumeta AKPê jî rexne kiriye û îfade kiriye ku, hikumetê bi vê helwestê ji bo mirinan derî vekirî hîştiye.  

 

Back to top button