Kultur

Lêkolîna zanyaran a li ser dawîlêhatina cîhanê

Zanyarên ku li cîhanê, di qadên wek biyolojî, ekolojî, jeolojî, pateontolojî û gellek qadên din de xwedan xebatên, ji wan zêdetirî 20 zanyar, di mijara dawîlêhatina cîhanê de lêkolînên ku dabûn destpêkirin qedandin. Li gorî lêkolînên zanyaran, pêşeroja cîhanê rewnaq xuya nake. Qasî ku zanyar vedibêjin, sedsala ku em têde ne, dibe ku dawî li cîhanê were. Li gorî angaştên zanyaran, ku berê dihat gotin ku hêdî hêdî dawî wê li cîhanê were, tê gotin ku dibe ku ji yek ve û bilez dawî li cîhanê bê. 

Di nav sedemên ku dawî li cîhanê tînin de, sedemên sereke, guherandina ku pêk tê a siriştê û gelheya cîhanê a ku her diçe zêdetir dibe jî hene. Lêkolînên herî dawîn yên ku li ser rewşa cîhanê hatine kirin, nîşan dide ku, guherînên ku pêk tên yên li cîhanê, lezgîn diqewimin û ji vê veguherandin jî ne pêkan e. 

Zanyar texmîn dikin ku, di sala 2050 yî de gelheya cîhanê wê bigihîje 9 mîlyar mirovî. Heta wê salê, germahiya cîhanê a ku tê guherandin jî, wê 2 santîmgrat zêde bibe. Ev rewş wê rê ji zêdetir birçîbûnê an xelayê re veke û ev jî bi xwe re wê bobelatan bîne. Ger hesabên zanyaran rast derkeve, ji sala 2050 an pê ve, cîhana me wê qet neşibe ya niha.  

Back to top button