PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê, pîrozbahiyê li Yekgirtûya Îslamî kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li peywendiyeke telefoniyê da li gel birêz Mamosta Selahedîn Mihemed Behaedîn Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê, li bîst û heştemîn salvegera ragihandin û damezrandina Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê da, pîrozbahiyê li birêz û serkirdayetî û endam û cemawerê Yekgirtiya Îslamî kir û ji bo wan hêviya serkeftinê xwest.

Ji aliyê xwe ve birêz Mamosta Selahedîn Mihemed Behaedîn, spas û pêzanînên xwe û serkirdayetî û cemawerê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê ji bo peywendî û pîrozbahiya birêz Serokê Herêma Kurdistanê derbirî û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Back to top button