Polîtîk

Rapora otopsiyê: Ozal bi jehrê kuştine

Di bergeha lêpirsîna Serdozgeriya Komarê a Enqereyê de, ji ber îdiayên “Serokomarê Tirkiyê yê hejmar 8 Turgut Ozal hatiye kuştin”, meha çûyî gorra Ozal hatibû vekirin. Nimûneyên ku ji bedena Turgut Ozal hatibûn girtin, ji bo otopsiyê şandibûn Saziya Tip a Edlîyê. Li gorî encama vekolîna nimûneyên ku ji Ozal hatibûn girtin, derketiye holê ku, di ev parçeyên bedena Ozal de rasta jehrê hatine.

Li gorî nûçeya ku rojnameya Bugunê weşandiye, rapora di derbarê vê mijarê de hatiye eşkerekirin. Di raporê de wiha tê gotin: “Di bedena Turgut Ozal de, bi mîqdareke bilind  jehra bandordar hatiye tesbît kirin.”

Pisporên Tipa Edlî, diyar dikin ku, madeyê di bedena Ozal de hatiye dîtin, yê bi navê “striknin keratîn” jehreke bandordar e û di nav 15 û 20 deqan de, rêyên bîhn stendina mirov felç dike û rê bi qeyrana dil re vedike.  

Di nûçeyê de tê îfade kirin ku, dibe ku ev madeyê jehrê teva xwarin an vexwarinên Turgut Ozal kiribin.   

Back to top button