Clinton: Bila Konseya Netewî a Suriyê bê feshkirin
Li Suriyê bûyerên şîdetê 19 meh li pey xwe hîştin. Teva hemû piştgiriyên ji bo mixalefeta Suriyê a ku ji wan tê xwestên, rejîma Beşşar Esed bi dawî bikin jî, Esed desthilatdariya xwe didomîne û tê xuya ku wê di demeke kin de jî rejîm bi dawî nebe. Ji piştgiriyên mixalifan Amerîka, dixwaze ku li Suriyê di nav mixalifan de guherîn çê bibin. Berî civîna mixalifan a li Doha’ya Qatarê, daxuyaniyeke nepayî ji Wezîrê Karên Derve Hillary Clinton hat. Di daxuyaniya xwe de Clinton dixwaze ku serokatiya mixalefeta Suriyê bê guherandin û Konseya netewî a Suriyê were felîşandin. Clinton wiha gotiye, “li hemberî rejîma Esed serokatiya mixalifan bi ser neketiye û pêwiste were guherandin.”
Hillary Clintin diyar kiriye ku, Konseya Netewî a Suriyê ku, wek sîwana hemû aliyên mixalifan e û hewl dide ku hemû mixalifan bi hev re li dijî Esed bikarbîne, di mijara Esed ji desthilatdariyê kirinê de serneketiye û pêwiste bê felîşandin, “rêberên ku nûnertiya mixalifan dikin, teva gellek wesfên wan ê çê, divê ji mirovên ku 20, 30 an 40 salî li derve jiyane neyên hilbijartin. Divê di nav mirovên ku li eniyê ji bo azadiya xwe şer dikin de werine hilbijartin. Dîsa kesên ku wê bêne hilbijartin, pêwiste mafê hemû beşên Suriyê biparêzin.”
Wezîra Karên Derve a Amerîkayê Hillary Clinton, berî civîna Doha îfade kiriye ku, ji bo ku di demeke kin de rejîma Beşşar Esed ji desthilatdariyê were dûrxistin, Serokdewletê Amerîkayê Barack Obama wê zêdetir însiyatîfê bigre destê xwe.