Li Dêrikê jin revandina Dursin çermezar dikin
Jinên bajarê Dêrikê yê rojavayê Kurdistanê ji bo şermezarkirina revandina endamê komîteya navendî ya partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Behzad Dursin, xwenîşandaneke girseyî saz kirin.
Li ser daxwaza rêxistina jinê ya girêdayî (El-Partî), hejmareke zêde ya jinên bajarê Dêrikê, bi taybetî endamên malbata Behzad Dursin derketin ser cadeyan û bûyera revandina Dursin û hevalê wê Nizal Selîm şermezar kirin.
Endamê komîteya navendî ya El-Partî Îsmaîl Şeref gotarek pêşkêşî beşdarên xwenîşandanê kir û daxwaza berdana Dursin kir û got: “Partî tucarî rêbaza Barzaniyê nemir bernade, xebata me û ya gelê kurd beşek ji şoreşa Sûriyê ye û şoreş dê bêguman bi serkeve û rêjîma Esed hilweşe û here.”
Di xwenîşandana jinên Dêrikê de ala serxwebûna Sûriyê, ala Partî û wêneyên mela Mistefa û Mesûd Barzanî û wêneyên Behzad Dursin hatin bilindkirin. Jinên Dêrikê bang li mêran jî kirin û gotin: “Hûn li ku ne, bêdengiya we me dikuje.” Jinan herwiha daxwaza azadkirina endamê komîteya navendî ya Partî Behzad Dursin û hevalê wî Nizal Selîm kirin û daxwaza bihêzkirina yekîtiya rêzên gelê kurd li rojavayê Kurdistanê jî kirinê.
Welatê me