Polîtîk

Niha jî medya Tirkî pişgirya înqilabek leşkerî dike

Komisyona Lêkolîna li Derbeyên Leşkerî bi serokatiya serokê parlemanê Stenbolê yê AK Partiyê Nimet Baş civiya.Komisyon vê carê bi parlemanê Stenbolê yê CHPê Oktay Ekşi re peyivî. Ekşî gotinên pir balkêş gotin Komisyonê, weha got:

“Ez di jiyana xwe ya siyasî de li yekî cuwanmerd rastê leşkerekî ya sivîlekî nehatime ku ferman dabe min. Min berpirsyariya xwe bi cih aniye û min bedêla wê jî daye. Eger desteka Emerikayê eşkere yan bi nihênî çênebûne, li Tirkiyê çu derbeyeka leşkerî çênebûye. Mixabin destekî xurt ê Emerîkayê di nava Tirkiyê de heye. Niha li Tirkiyê derbeyên leşûkerî di nava mêjû de hatine nixumandin. Lê hin siyasîyên Tirkiyê destekê dane derbevanên leşkerî.”

Ekşi weha axivî û got: “Rastiya azad û serbixwe, hêjî ne mimkun e ku bête pejirandin. Herweha dadweriya bêalî û serbixwe, îro ji hemû deman zêdetir dema xwe ya xeternak dijî. Di mesela derbeyên leşkerî de medyaya Tirkiyê azmûneke baş nedaye. Eger îro jî derbeyeke leşkerî çêbibe, wê tewrên medyayê ji yê berê ne cudatir be. Binerin çewa ku tewrê zanîngehan, yê bazirganan, yê siyasetvanan cuda nayê dîtin her wisa yê medyaya Tirkiyê jî cuda nabe. Ew muhtîraya 27ê Nîsanê dema kete Internetê, hate zanîn ku derbevanên leşkerî êdî mirine.”

Hêjayî gotinê ye ku çi dema derbeyeke leşkerî li Tirkiyê çêbûye, pêşî zanîngeheke Tirkiyê “doktoraya fexrî” daye serokê derbeya leşkerî. Herweha gelek rojnamevan û siyasetvan jî, xwe wek ebûqatê derbevanên leşkerî dane nîşandan û ew parastine.

Rojeva Kurd/Enqere           

Back to top button