Kurd û qonaxa dîrokî
Em kurd di rewşeke pir..pir hestiyar û metirsîdar de ne, pêdiviye her yekî peyvên xwe bixe mêzînê, berya ku bibêje
(Mixabin netêgehiştina tevgera kurdî ya partîtî em gihandindin vê qonaxê).
Ev derfeta îro hatî, dibe 100 salên din nezivire…
Lihevsorbûn, berê kurdan dide malmîratiyê û kembaxiyê..
Kesek bi tena xwe, di vê qûnaxê da, nikare biryara ji dêvla milet ve bistîne (çendî zor û gelek jî be).
Tirs û terorkirin û birayrên zarokane jî dê ziyaneke mezin bigihînin gelê me…
Ya rast berya herkesî PYD divêt dest ji van karê ku ne di xizmeta berya hertishtî wê de ye û ne di xizmeta gelê kurd de ye (mîna : kuştina çalakvanan û revandina wan, devgirtin, êrîşa li ser cihê partiyan–) berde û bizanibe, di dema niha da yê li hemberî mafê Sûriya bi giştî û kurdê rojava bitaybetî, tenê rêjîma Sûrî ya devbixwîn e.
Ev nayê wê wateyê, ku mirov hesabê xwe yê herêmî jî li ber çavan negire.. l
Ê dubare îrooo Rêjîma Başar ew e yê gunehkarê vê qirkirinê ye..
Li hêla din jî nabe û neduruste jî rêaksiyona partiyên din li hember PYD bibe rêaksiyoneke dijminan e,
jiber em dê êdî bosîla(Kompass) kurdewariyê û kurdîniya winda bikin..
Bi hêviya ku hemî hêzê kurdî, li hesab û karê xwe vegerim û gavên xwe bi hişyarî bidin..
Sûda me kurdan tê de nîne, ku em şerê leşkerên Sûrî yên Azad bikin.
Lê sûda me di wê de jî nîne, ku hinek ji kurdan digel leşkerên Sûrî yên azad û neazad li dijî PYD şer bikin…
Di encamê de em kurd zirarê dibînin û şoreşa Sûrî ya jibo azadiyê rabû ser xwe ew jî zerarmend dibe….
Tengezarê Marînî