Malperekî Amerîkayê ragehand, Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn wek hêviya herî baş û dawiyê ye ji bo Amerîkayê û amaje bi wê yekê jî kir ku piştevanî kirina dewletekî kurdî, dê gelek aliyan de sûd bigehîne Amerîkayê.
Ben Segall ku derçûyê zankoya George Washington di beşa bernameya xwandina siyaseta asayîşê ye û xwediyê mastere di beşa lêkolînên Rojhilata Navîn û zimanê erebî de, di babetekî xwe ya jibo kovara Amerîkayê International Police Digest de ragehand, hêzên çekdar ên Herêma Kurdistanê her bere jî îspat kirine ku dikarin bibin heval û hevbeşê rasteqîn û di şerê Amerîkayê yê dijî terorê de cîhê baweriyê ne.
Li gor heman nivîskarî: Nasnameya cuda ya kurd û hikûmeta azadîxwaz, aborî û herwaha dîroka wan a leşkerî wan dike berbijêrekî serekî ji bo dewletbûnê ku Amerîka jî piştevaniyê lê bike.
Segall herwaha dibêje wekî Îsraîlê dewletekî kurdî dikare nûnertiya serkeftinên Amerîkayê li Rojhilata Navîn bike, elbet eger Washington piştevaniyê li Kurdistanê bike.
Herwaha amaje bi wê yekê jî dike ku ne tenê ji bo Amerîkayê herwaha, piştevaniya dewletbûna kurdan dikare bi hevbeşiya bazirganiyekî bi nirx jî dê bide çend hevpeymaniyekî Amerîkayê li Rojhilata Navîn û dê bibe armancek ji bo hilberînê jî. Artêşekî kurdan a ji aliyê Amerîkayê ve hatibe perwerde kirin û hatibe amade kirin, dikare li operasyonên hevbeş ên dijî terorê de kar bike û rêgiriyê li serhildana dewleta îslamî bike. Bidestxistina Kurdistanê ya neft û sermayeya rewşenbîrî, dê dewletbûnê bike rêveçûneke bi kiryara ya mantiqî û pir bi nirx.’’
Di dawiyê de jî dibêje gelê kurd bi tenê nikare dewlet ava bike, ‘’Amerîka take welate ku şiyana rêveberî û îradeya leşkerî û pêwendiyên dîrokî heye, ji bo piştevaniya wê dewleta kurd ku gelek bêhêvî ye û gelek jî pêwîstiya wan pê heye û layîq in. nabe rê ji Tirkiyê re bê dayîn û berdewam yasayên navnetewî û pîvanên NATO bişkîne û bêpirs wê yekê dike. Encam de eger Amerîkayê şikest anî di kiryar de wê demê divê beşek ji berpirsyartiya hemû mirin û hovîtiyê qebûl bike, ku hevbeşên kurd ên dilsoz dinalin û dê çi peyamek ji bo wan hevpeymanê xwe emê binêrin. Eger ew wefadariya li hember kurdan waha be, wê demê ew durûyî ya guncaw û ne civakîbûna me ye. Dewleta kurd derfeta selametî û aborî ji bo milyonan kesên lewaz dê dabîn bike û divê Amerîka jî beşa xwe cîhbicîh bike ji bo ku bizane dewletekî kurdî li azadî û jiyaneke xweş dê li gel xwe bîne.