Piştî hilbijartinên Iraqê rewşa Kurdistanê…
Li Iraqê encama hilbijartina û rewşa danina hukumet nû di serê rojevê de ye. Hinek aliyên Iraqî ku encama hilbijartina qebûl nakin xwepêşandana dikin û hewldidin encamên hilbijartina têkbibin. Kurd jî ji aliyê xwe ve hewldidin bi hevre bi yek dengî herin Bexdayê. Berpirsên partiyên siyasî hemû behsa yekdengiya kurda li Bexdayê dikin. Lê gelo dê ev yekdengî çewe bê sepandin pirsek din e.Rewşa aliyên siyasî kifşe.Ji bilî PDK ê nivşe nû hemû partiyan li gora hilbijartinên berê winda kirin. Heta hinek aliyan qet tiştek destve neanîn.
Gelo li gora van encama, dê serokkomarê Iraqê behra Kurda be yan na? Eger behra Kurdabe dê cardin behra YNK be yan na? Ev hemû cihê minaqeşeyêne. Ji aliyek din ve kesê bibe serokkomarê iraqê dê bikaribe berjewendiyên Kurdistanê biparêze,yan jî wek Behrem saleh tenê tişta bê ber destê wî îmze bike û li dijê destkeftiyên Kurda tevbigere. Yanî ji Iraqiya iraqîtie be? Ev babetên girîngin li pêşîya Kurdan e.
Li Iraqê yekitiya di nava hêzên siyasî de pêktê,ne li gora hêza aliyên siyasiye. Hinek ali daxwaziyên xwe didin pêş û hesanî dikarin bêjin ku, eger ev nebê em filan tiştê qebûl nakin, ji realiteyê zehftir hissî hereket dikin. Ev yek jî astengek mezin dertêxe holê.
PDK wek partî di asta Iraqê û Kurdistanê de bû partiya yekemin. Gerek ev yek wek prensibek bingehîn berbiçav werê girtin. Lê dixweyê ji nihave hinek alî xwe ji şantaja re amade dikin.
Di dema hilbijartinan de gava herî erênî ewbû ku,PDK çû Kerkûkê. YNK û aliyên din ji xwe di bin ala Iraqê û Heşda şebi de li Kerkûkê bûn. PDK li Kerkûke cardin Ala Kurdistanê bilind kir û dengên xwe jî zêdetir kirin serkeftinek baş destve anî. Herweha bi vê yekê ve girêdayî Pêşmergeyên Kurdistamnê li Kerkûk û hinek deverên din bi cih bûn.Ev destkeftiyek mezin bû.
Ji bo parêzerê Kerkûkê hinek minaqeşe di navbera YNKê û PDKê de derketin. YNK dibêje ku; Me li kerkûkê du qetê PDK deng wergirtine ji bo vê parêzerê Kerkûkê mafê meye. Başe ev yek heta radeyekî raste. Lê nabê YNK parêzeriya Kerkêkê cardin radestê ereba bike û pişgiriya kandidatên Ereb bike.
Li Kurdistanê PDKê du qetê YNKê zêdetir parlementer destveanîne. Vêca pêwiste li Kurdistanê jî li gora destveanina denga hevkarî pêkwerin û post bêne dabeşkirin. Di nava YNKê de nakokiyên mezin hene,cihê biryarê ne kifşe, her berpirsek derkdikeve tiştekî dibêje. Ev rewşa bê istikrar di nava YNKê de bandora xwe li gelek tişta dike. Yanî nakokiyên di nava YNKê de dibe sedemek ku,kurd bi awayek pêwist berjewendiyên Kurdistanî nikarin biparêzin. Ji aliyek din ve astengeka mezin heye ku, gelek ji berpirsên YNKê mixabin pro Iraqîne, ji Hewlêr behtir berê xwe dane Bexdaye ê Bexda ji xwere kirinê cihê heviyê.
Ji aliyek din ve PKK di nava YNKê de xwedî bandore.Aligirên Lahur gelekî nêzikê PKKê ne û bi hevre siyaseta Iraqbûnê diparêzin. Li Şingalê hat ispatkirin ku, tu bandora PKKê tuneye lê wek grubek çekdar di hemiza Heşda şeibî de li himber kurda tundîyê dike. Di hilbijartinan de 3 parlemnterên Şingalê hebûn, li himber hemû cureyê propagandeya PKKê PDK her sê parlementer destve anîn ,kandîdatên PKKê tu deng wernegirtin û pûç bûn.
Gelek cara rewşa Iraqê û başûrê Kurdistanê ji aliyê Kurdên bakurve baş nayê dîtin. Aligirên PKK/HDPê li dijitiya PDKê dikin. Li gora dezenfarmasyonên medya PKKê tevdigerin û rê nadin kesên din jî rastiya başûrê Kurdistanê bibînin.
Pêwiste ji bo parastina berjewendiyên Kurdistanî, bakurê Kurdistanê aliyên kurd rewşa başûr û beşên din yê Kurdistanê baş bişopînin û li gora wê xwedî helwestbin. Li bakur hevalbendên PKK û çepên Tirk ji faşîşt û nijadperestên Tirk bi tundtir dijitiya PDKê dikin. Antî propagandeyek mezin ku li ser derewan hatî avakirin dikin. Mixabin medya nêzikî PDK di hinek malperên xwe de bi zimanê Tirkî û kurdiya Latinî weşanê dikin jî nikarin bersiva van aliyan bidin. Gelek mixabin gelek cara di kesayeta HDPê de dibin desteyek ji propaganda PKKê ya ku li dijê PDKê bi xwe jî.
Ev yek jî keşeyeka medya PDKê bi xwe ye û gerek ev yek bê dîtin û gotubêj kirin.
Hezek wek PDK ku barê dewletbûna Kurda dayî li ser milê xwe,pêwîste hemû dam û dezgehên xwe di vê derbarê de bêxwe cuyekî de, da ku ava di rêya dewletbûnê de bi hêztir biherike.
26.10.2021
Nêrîn/Şirove
N.Firat