Kultur

Mesaja hikûmeta Kurdistanê bo êzidiyan

Serokatiya hikûmeta  Kurdistanê, bi minasebeta cejna Cemayê ya êzidiyan, mesajeke pîrozbahiyê pêşkeşî tev êzidiyên cîhanê û bi taybetî yên Kurdistanê dike.

Ev li jêr teksta mesaja seroktiya hikûmeta Kurdistanê: 

Bi minasebeta hatina cejna Cemayê ya xûşk û birayên êzidî, gerimtirîn û ciwantirîn pîrozbahiyan pêşkeşî xûşk û birayên kurdên êzidî li Kurdistanê û li her cîyekî lê bin dikîn. Em hêvîdar în ku, cejna Cemayê cejna xweşî, şadî û cejna xurtbûna pêkvejiyana bi aşitî di navbera tev ol, mezheb û neteweyên Kurdistanê û cîhanê be. Cejneka aram û pir xêr û xweşî bo xûşk û birayên êzidî dixwzîn û hemû rojên wan her cejin û şadî bin.

 

Serokatiya hikûmeta Kurdistanê

Hewlêr  06.10.2012

 

Back to top button