Gotubêja di nava HDPê de gihat astê mesajên dijberên hev. Di rastiya xwe de di nava HDPê de kî xwediyê biryarê ye nayê zanîn. Gelek cara di vê derbarê de minaqeşe hatine kirin,lê ji herkesekî weye ku rêveberên HDP yan jî hevserokên HDPê xwediyê biryarêne.
Ji berî du rojan serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di hevpeyvineka xwe de di derbarê pirsa Kurd de axivî û got:
Dezgehê dewletê rêxistinek gayrîmeşrû re muxatab nabe. Erdogan ev yek kir. Dewletê Îmralî kir muxatabê xwe. Îmralî ne oraganek meşrûye. Kî meşrûye? Em dikarin HDPê wek organek meşrû bibînin. Eger pirsgirêk werê çareserkirin em dikarin li gel HDP wek oraganek meşrû çareseriyê bikin. Lê balkêşe ku bersiva HDPê ne hevserokên HDPê, lê hevserokê HDPê yê berê , Sezaî Temellî da.
Temelî di Twitterk ragihand û tê de dibêje:” Muxatebê çareseriya pirsa Kurd yê bi tenê ne HDP ye. Lê ji bo hesanîkirina çareseriya vê pirsê aliyê zemînê demokratîk amade kirî HDP ye. Lê divê neyê ji bîrkirin ku, navnîşana çareseriya demokratîk û muxatabê bingehîn Îmraliye.”
Niha jî hevserokê berê yê HDPê Selehattin Demirtaş di vê derbarê de daxûyaniyek da. Demirtaş dibêje ku, Ji bo çareseriya pirsa Kurd û hemû pirsgirêkên Tirkiye HDP muxatab e. Berdewamiya daxûyaniya xwe de Demirtaş dibêje: Bi qasî ku ez dizanim, HDP daxwaz dike ku hemû pirsgirêkên Tirkiyê, di nav wan de jî pirsa Kurd, çareser bibin, aktorek siyasî ya xwedî vîn e, û bê guman ew muxatab e. Navnîşana çareseriyê jî bi awayê xwezayî Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê ye.
Bê guman Demirtaş behsa pirsa kurd nake ê pirsa Kurd jî wek pirsek ji rêzê ya Tirkiye dibîne. Lê Demirtaş ji aliyekî ve dibêje Îrada me Ocalane û ji aliyek din ve qebûl nake ku Ocalan cihê biryarêye.
Di rastiya xwe de tu derdê HDP,Demirtaş, Temmelî yan jî Ocalan yê bi awayekî çareseriya pirsa Kurd li bakurê Kurdistanê tuneye. Ew di çerçoveya Tirkiyebûnê de pirsa Kurd dinirxînin û behsa rastiya xwe nakin, hewldidin miletê kurd bixapînin . Lê di rastiyê de xwe dixapînin.