Nivîsar

Li Rojavayê Kurdistanê Xeterî

Li Rojavayê Kurdistanê Xeterî: Ji Kûştina Mehmud Walî Baas û PYDê Berpirsiyar e û Divê  Li Dijî Kuştina Mehmud Walî  protesto bilnd bibin…

Dema ku li Tunusê,  li Misirê, li Fasê, li Lîbyayê “Bihara Erebî” dest pê kir, hîç şik tuna bû   ku dê bandor û tesîra xwe li Sûriyeyê çê bike. Lewra li Sûriyeyê rejîma baasî û Beşar Esadî nedemokrat bû, dîktator bû. Hem jî dîktatoriya li Sûriyeyê ji dîktatoriyê din hîn xetertir û hîn barbar û bêedalet û bêvîcdan bû. Mafên kurdan bi tu awayî nas dikir û beşek kurd wek hemvelatî jî nehdihatin pejirandin û qebûl kirin.

Di Adara/Newroza 2011-an de li Sûriyeyê serîhildana sivîl li bajarekî biçûk li sînora Urdunê dest pê kir; di demek kurt de de bi lezûbae li gelek bajarên Sûriyeyê belav bû û agırê azadiyê pê ket.

Lı Rojavayê Kurdistanê li hemberı qewimandin û tevgera azadîxwaz du helwest derketin holê: Helwesta yekemîn, helwesta tevgera mûhafazakar, peşverû, çep ya milî ya kurd a edetî bû. Tevgera milî ya Rojavayê Kurdistan ji destpêkê de ji bona ku rejıma baasî û Beşar Esadî bê ruxandin helwest nîşan da; bi mûxelafeta ereb re pêwendî çê kir û hevkarî pêk anî. Helwesta duyemîn jî ya PYDê bû. PYDê nedixwest ku rejîma baasî û Beşar Esadî bê rûxandin. Lewra PYDê ji serî de bi rejîma Baasî re xwediyê pêwendiyê bû. Loma jî di navê wê de “kurd” nîne.

Dema ku li Rojavayê Kurdistanê mûxalefetê dest pê kir, rejîma baaasî ji bona ku kurdan û mûxelefeta Kurdistanê kontrol bike, PYDê çekdar kir. PYDê jî li ser navê rejîma baasî peyweriyên/wezîfeyên xwe anîn cîh. Li kurdan tade û zilm kir. Serokê kurd Meşel Temo yê bi navû deng ku di nav mûxalefeta giştî ya Suriyeyê de jî xwediyê giraniyek bû kûşt. Ji derveyî wî jî berpirsiyarekî cîwan ya  partiya demokrat jî kûşt. Gelek berpirsiyarên kurdan jî revandin û li wan işkence kir.

Dema ku li Hewlerê hevkariya rêxistinên Rojavayê Kurdistanê pêk hat jî, Berpirsiyarê Partiya Azadî ya Kurd Mistefa Cuma di destê wan de dîlketî bû.
Her çiqas di navbeyna PYDê û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê de li Hewlerê jî hevkarî pêk hat û dezgehên hev mişterek jî çêbun, çekdarên PKK/PYDê ji dervayî vê hevkarı man. Beriya vê demekê jî çekdarên PKK/PYDê îlan kirin ku dê bi siyaset û navenda hevkarî nas nekin û dê xweser hereket bikin.

Piştî ev daxuyaniya wan jî, Mehmud Walı hat kûştin. Di destpêkê de her çiaqas gel û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê şik kir ku çekdarên PYDê Mehmöud Walî kûştine. Lê PYDê ev yeka red kir. Lê pişt re PYDê bi daxuyaniyekê, girêdayî Selah Bedreddîn Mehmud Walî jî wek dijmin û hevalbendên Tirkiyeyê hat nîşan dan. Bi vê yekê jî zelal bû ku Mehmud Walî bi destê çekdarên PYDê hatiye kûştin.
Heger wûsa jî nebe, di kûştina Mehmud Walî de dîsa jî Rejîma Baasê û PYDê berpirsiyar e.

Lewra PYDê, li Rojavayê Kurdistanê li ser navê rejîma baasê tevdigere. PYDê wekîl û emanetçiyê rejîma baasî ne. Vê yekê berpirsiyarê PYDê Salih Muslim jî dipejirîne.
Salih Muslim, beriya vê demekê bi Rojnameya Rûdawê re li Hewlerê hevpeyvînek pêk aniyê. Di wê hevpeyvînê de vê rastiyê gelek eşkere tîne ser zimên û dibêje ku: “Me ji rejîma Sûriyê re got kerem bikin vir vala bikin, emê navçeyên kurdî biparêzin. Sînorê ligel Tirkiyeyê jî di destê me de ye, ji ber ku dewleta Tirkiyeyê di hundirê mala me de şer dike.”

Ez bi xwe jî di wê baweriyê de bûm, ku min gelek caran jî nivîsand, vekişandina Baasiyian ji beşek bajarên Kurdistanê taktîkek e. PYDê jî wekîlê wan e.
Salih Muslim jî vê yekê dibêje.
Heger gotinên Salih Muslim bi vekirî bên xwedin ev rastiya gelek xweş xuya dike.  Salih Muslim dibêje ku “me baasiyan re got ku hûn li herêmên din li hemberî mûxelafet û azadixwazên ereb şer bikin. Emê jî li ser navê we Kurdistanê diparêzin. Heger li Kurdistanê jî li hemberî we mûxalefetek radîkal derkeve, emê pêşiya vê mûxalefetê bigrin.”

Loma jî Salih Msulim îtîraf dike ku ciyê PYDê lê xurt in, li wir desthilatdarî di destê PYDê de ye. Baasiyan ew bajaran vala kirine. Lê ji bona ku PYDê niikare li Qamişliyê kontrolê pêk bîne, rejîma baasê bi xwe li Qamişliyê desthilatdarî dike.
Vê rastiyê jî li hemberî pirsên Rûdawê Salih Muslim tîne ser zimên. Prsên Rudawê û bersîvên wî wûsa ne:
“Rûdaw: Kîjan navçeyên Kurdistanê bi tevahî li jêr destên Kurdan de ne?
“Salih Muslim: Vêga li Kobanê û Efrînê ti hêzeke ewlekariyê ya hikûmeta Sûriyê nemaye, ew herdu bajar bi tevahî li jêr kontrola Kurdan de ne. 
“Rûdwa: Çima heta niha Qamişlo di jêr desthilata rejîma Sûriyê de ye?

“Salih Muslim: Rewşa Qamişloyê nazik e û me rizgarkirina wî bajarî hiştiye heta qonaxeke din. Her demeke baş derket pêş, emê rizgar bikin.”
Rastiyek eşkere heye ku li Kurdistanê du hêzên çekdar hene û ji aliyê baasê tên kontrol kirin: Hêza çekdar ya rejîma baasî û çekdarên PYDê.
                                                   ****
Beriya vê hefetekî li Rojavayê Kurdistanê bajarê Serêkaniyê Endam û berpirsiyarê Partiya Azad a Kurd li Suriyeyê Mehmud Walî hat kûştin.
Kûştina Mehmud Walî bi metodek gelek xerab û profesyonelî çêbû. Ev metod û profesyponelî jî derdixe holê ku Mehmud Walî ji aliyê hêzên nîzamî û profesyonel de hatiye kuştin.
Li Rojavayê Kurdistanê jî du hêzên çekdarî yên profesyonel hene. Ew jı hêza çekdar ya baasî ye û hêza din  hêza çekdar a PYDê ye.
Loma jî bi her awayî ji kûştina Mehmud Walî Baasî û PYDê berpirsiyar in.

Divê ew hêzên bi PYDê re di nav hevakarı de ne bi vê perepektîfe li kûştina Mehmud Walî binêrin, rastiyê derxin holê û kûşrayên Mehmud Walî mehkûm bikin; berpirsiyarên siyasî yê kûştina Mehmud Walî jî teşhîr bikin.

Reşwenbîr û siyasetvanên kurdperwer divê baş bizanîn ku li Roajvayê Kurdistanê xeteriyek mezin heye. Ev xeteriyan, xeteriyên hûndir û derva ne. Ez gelek caran li ser xeteriyên derva û hûndir rawestiyam. Dive reşenbÎr û siyasetvanên kurd vê rewşê nas bikin û bişopînin û bala gel bikşînin ser ev rewşa xeter.

Kûştina Mehmud Walî gelek xeter û xerab e. Divê em bi îstîkrar û domdarî li dijî kûştina Mehmud Walî, Meşel Temo û siyasetvanên din yên li Rojavayê Kurdistanê derkevin; protesto û şermazar û telîn bikin.

Ez gelek vekirî kûştina hêja Mehmud Walî telîn û protesto û şermazar dikim.

Divê baş bê zanîn ku PKKê li Bakûrê Kurdistanê û li Başûre Kurdistanê bi vî aqlî bi hezaran kurd pêrwer kûştin. Her çiqas nikarî li Başûrê Kurdistanê Tevgera milî ya Kurdistanê tasfiye jî bike, li Bakûrê Kurdistanê di vê planê xwe de bi serket.

Divê li Rojavayê Kurdistanê em îzin nedin vê yekê. Hayîdarî û şiyarî ji her demê zêdetir pêwîst e.

Amed, 01. 10. 2012

Îbrahîm GUÇLU
([email protected])

Back to top button