CîhanRojev

“Me dostaniya dîrokî ya welatên me gotûbêj kir”

Parlamentera Brîtanyayê Alicia Kearns ku di heman demê de endama Lijneya Karûbarên Derve û Stratejiya Asayişa Niştimanî ya Parlamentoya Brîtanyayê ye, ragihand ku di civîna li gel Serokê Herêma Kurdsitanê Nêçîrvan Barzanî de wan “hevrêtiya dîrokî” ya di navbera Brîtanya û Kurdistanê gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Londonê li gel Parlamenter Alicia Kearns ku di heman demê de endama Lijneya Karûbarên Derve û Stratejiya Asayişa Niştimanî ya Parlamentoya Brîtanyayê ye, civiya.

Alicia Kearns li hejmara xwe ya Twitterê li gel belavkirina wêneyekî li gel Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Me duh civîneke gelek baş li gel Serokê Herêma Kurdistanê  saz kir ji bo gotûbêjkirina wê hevrêtiya dîrokî ya di navbera welatên me de heye û herwiha ji bo gotûbêjkirina derfetên dahatûyê bo berjewendiyên me yên hevbeş.”

Di beşeke di a peyama xwe de ew parlamentera Brîtanyayê dibêje, “Ez kêfxweş im ku wezîra me ya derve ya nû Liz Truss li gel birêz Serok Nêçîrvan Barzanî dicive.”

Liz Truss ku berî niha Wezîra Bazirganî ya Navdewletî ya Brîtanya bû, roja çarşemê di çarçova guhertinên di kabîneya hikûmetê de, ji aliyê Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ve wek Wezîra Derve hat destnîşankirin.

Liz Truss yekem civîna xwe wek Wezîra Derve ya Brîtanyayê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêk tîne.

Back to top button