Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serdanek fermî giha Brîtanya dû biryar e li gel Serokwezîr, Wezîrê Derve û Wezîrê Berevaniyê yên wî welatî bicive.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro giha paytexta Brîtanyayê Londonê dike û heya 17 mehê li wir dimîne.
Biryar e Nêçîrvan Barzanî îro ligel Wezîrê Berevaniya Brîtanya Ben Wallace bicive û herwiha biryar e roja 16 mehê jî li gel Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominic Raa bicive, roja 17 mehê jî li gel Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson dicive.
Ev duyemîn serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye ji bo Brîtanya bo dema 3 roja dibe û cara yekemî di 19 meha Gulana 2014ê de bû wê demê weke Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Londonê kiribû.