Lehiya li Pakistanê 371 can girtin
Ji ber baranên musonan, li Pakistanê her diçe hejmara miriyan zêde dibe. Heta niha kesên ku bi sedema lehiyê jiyana xwe wenda kirine, hejmara wan gihaşte 371 kesan. 4 mîlyon û 500 hezar hemwelatiyên Pakistanê jî, zirar ji lehiyê dîtine.
Li gorî ragihandina Navenda Rêvebiriya Bobelata Netewî a Pakistanê, kesên ku bandora lehyê ji wan bûye, ji wan 2 mîlyon û 800 hezar kes li başûrê welêt li herêma Sing, 705 hezar kes li Belucistanê, 887 hezar kes jî li herêma Pancapê kesên ku dijîn in.
Unicefê jî di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku, kesên ji lehiyê zirar dîtine zêdetirî nîvê wan zarok in û 392 hezar zarokên ku zirar dîtine temenên wan bin 5 saliyê de ye.
Di sala 2010 an de, li Pakistana ku bi bobelata lehiyê re têdikoşe, 21 mîlyon hemwelatiyan zirar ji lehiyê girtibûn û li welêt xesareke 10 mîlyar dolar derketibû holê.