Miss Kurdistan dê serdana penaberên rojava bike

 

Biryar di çend rojên bê de şahciwana Kurdistanê serdana penaberên kurd yên ji rojavayê Kurdistanê ku nuha li li kapekê li parêzgeha Duhokê ne, bike.

Miss Kurdistan 2012 Şênê Ezîz Ako, dihî li bajarê Silêmaniyê di preskonferensekê de çend pilan û pirojeyên xwe yên paşerojê eşkere kirin.

Şahciwana Kurdistanê got ku, bi minasebeta salroja tûrîzmê, digel şandeyeke konseya tûrîmê a Kurdistanê serdana bajarê Silêmaniyê kiriye, di preskonfesrensekê de eşkere kir ku, ew dê di van rojan de serdana penaberên rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Duhokê bike.

Weke tê zanîn di 28ê hezîrana îsal de, û ji bo cara yekê, li başûrê Kurdistanê û li bajarê Hewlêrê Şênê Ezîz Ako di nav çend keçên din yên kurd de weke Miss Kurdistan ya sala 2012ê hat hilbijartin.

 

Nerîna min :