Eyad Elawî serokê lîsteya Îraqiye di daxuyaniyekê de got ku, Celal Talebanî serokomarê Îraqê nikare kirîza siyasiya Îraqê çareser bike.
Elawî ku, yek ji neyarên dijwar ê serokwezîrê Îraqê Nurî Malikiye, di daxuyaniyekê de ji Radyoya Newara got:
– Tevî rêz û hurmeta min bo serokomar, lê gelek zehmete bi rêya kongreyeke netewîya îraqî bikare arîşe û pirsgirêkên Îraqê çareser bike.
Eyad Elawî got ku, beriya nuha bi serperiştî û însiyatîva serokêherêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê civîneke berfireh di navbera hemû aliyên siyasiyên îraqî de hat sa kirin û ji encamê wê civînê ku, bi rêkeftina Hewlêrê tê naskirin, hikûmeta Îraqê a nuha hat ava kirin.
– Ji bona encamdana refurmên siyasî û aborî li Îraqê û çareserkirina kirîza siyasiya Îraqê divê bend û madeyên rêkeftina Hewlêrê bên cîbicî kirin.
– Di rewşa Îro de Îraqê pêwîstî bi pakêta refurman nine, lê belê pêwîstiya Îraqê bi cîbicîkirina rêkeftina Hewlêrê heye.