CîhanRojev

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Eworpa serdana Kurdistanê dike

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Eworpa Josep Borrell serdana Herêma Kurdistanê dike û bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re dicive.

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, biryar e îro Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Eworpa Josep Borrell serdana Iraqê bike û li Bexdayê bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re bicive.

Herwiha biryar e jî Josep Borrell serdana Herêma Kurdistanê dike û li Hewlêrê bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Serdana Josep Borrell di demekê de ye, hilbijartinên Iraqê nêzîk bûye ku biryar e roja 10ê Cotmeha bê were kirin û Yekîtiya Ewropa dê çavdêran ji bo cavdêrîkirina proseya dengdanê bişîne.

Back to top button