Nêçîrvan Barzanî: Gelê Kurdistanê hêjayî rewşeke baştir e
Di roja dawiyê a serdana xwe de bo wîlayeta Duhokê, duhî roja pêncşemiyê 27.09.2012ê. Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê serdana bajarokê Berdereş kir û digel qaymeqam û berpirsên îdariyên bajêr civiya.
Di destpêka civînê de, qaymeqamê Berdereşê behsa pirsgirêk û giriftariyên qeza, nahiye û gundên ser bi Berdereş kir û pêdawîstiyên herêma berdereşê berçav kirin. Herwesa qayneqamê Berdereşê raporek li dor pirojeyên xizmetgozarî ku, pêwîstiya hevwelatiyên deverê pê heye pêşkeş kir û di raporê de îşaret bi gundên dikevine ber devera madeya 140 ku, ji xizmetên esasî yên weke av û karebayê bê parin kir û daxwaz ji serokwezîrê Kurdistanê kir ku, wan arîşeyan careser bike.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di civînê de axavtinek kir û tekîd li ser wê yekê kir ku, çênabe berfirehbûna sînorên bajarokê Berdereşê ber bi deştayîyê ve biçe, lê divê berfirehbûna bajêr bi ciyên bilind, ber bi bilndahiyê biçe û ji bo zîraetê fêde ji deştê bê wergitin.
Paştî civîna digel berpirsên îdariyî yên deverê, serokwezîrê Kurdistanê di civîneke berfireh de digel xelkê deverê civiya û di civînê de got:
– Pêşkeftin û geşbûn di vê deverê de çêbûye, lê belê, bi rastî, ne ewe ya ku hikûmet dixwaze, ji ber ku çavê hikûmetê li pêşkeftin û pêşveçûnên zêdetir e û hikûmet kar ji bo vê yekê dike.
– Xelkê vê deverê xwedî xebat, westiyan, şehîd û berxwedanê ye. Ji ber vê yekê ew hêjayî kar û xizmetên zêdetir in. Em, xelkê vê deverê piştras dikin ku, di xizmetkirina vê deverê û hevwelatiyên wê de, hikûmet xemsariyê nake.
– Gelê Kurdistanê, piştî vê hemû xebat, tekoşîn, şehîd û enfalan, di hemû waran de hêjayê rewşeke baştir, pêşkeftin û xizmetkirina zêdetir e. Ev dever devereke kevine û li ser astê Îraqê, yek ji kevntirîn nahiyeyan ne, lê hikûmetên Îraqê ev dever hetim îhmal kiriye. Nuha wezîfeya hikûmeta herêma Kurdistanê ye ku, xizmetên baştir pêşkeşî vê deverê bike.
– Welatekî wêran ku, bisalan ji aliyê hikûmetên Îraqê ve hatiye wêran kirin, bi şev û rojekê avadan nabe, lê hikûmeta herêma Kurdistanê bernameyekî befireh bo avadankirina linpêşiya xwe danaye û kar li ser dike.
– Divê ava bin erd ku, samanekî niştimanî ye, ji bo nifşê paşerojê biparêzîn û dive çavkaniyên avê yên din peyda bikîn. Yek ji ewlewiyatên karên hikûmetê cîbicîkirina pirojeyên avê ye bi çend qonaxan.
Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axavatina xwe de behsa biratî û pêkvejiyana pêkhatên civakiyên devera Berdereş ku, ji ol, mezheb û neteweyên cihê pêktê, kir. Barzanî ev yek bi xaleke giring wesif kir û hêvî kir ku, ew biratî û pêkvejiyan berdewam û parastî be ku, cîyê şanazî û serferaziyê ye.
Di dawiya axavtina xwe de serokê hikûmeta herêma Kurdistanê behsa pirsgirêkên navbera hikûmeta federal û herêma Kurdistanê kir û got:
– Xelkê Kurdistanê daxwaza mafên xwe yêndestûrî dike, ji ber hindê rastî arîşeyan dibe. Em hêvîdar în digel hikûmeta Bexdayê li hev bikîn û hemû pirsgirêk bi rêya aûitî û diyalogê bên çareser kirin.