CîhanRojev

Divê rêber û hêmanên PKKê xaka Sûriyê biterikînin!

 Li gora çavderiya mafê mirovan  a Suriye radigihîne, roja 3.9.2021ê hevdîtinek di navbera HSDê û nûnerên hêzên Amerikî de li devera Kobanê li gundewarên rojhilata hebê civînek pêkhatiye. Di civînê de zêdebûn li ser herêma bakurê rojhilatê Sûriyê hatiye sekinandin.

Li gorî çavkaniyên çavdêriya Sûrî, aliyê Amerîkî diyar kir ku niyeta Tirkiyê tune ku li herêmê dest bi operasyonên leşkerî yên nû bike, di berdêla wê de divê rêber û hêmanên PKKê xaka Sûriyê biterikînin. 

Li gora Amerîka eger ew  ji axa Suriye dernekevin ,dê Tirkiye wan bi firokeyên bê firokevanî bikin armanc. Di vê dawiyê de zêdebûna êrîşên Tirkiye yên hewayî jî ji bo vê sedemê têne kirin.

Wek din tê diyarkirin ku, aliyê Amerîkî soz daye  dê di heyama bê de li seranserê bakurê rojhilatê Sûriyê rewşê bi awayekî berçav baştir bike, û ew ê berdewam bin di piştgiriya lojîstîkî û madî ya HSDê de.

Eger  ew daxwaziya Amerika ya derketina PKKê li herêmê bê cih anîn, dê planek ji bo vegerandina penaberan bêxin rojevê û herêmên aram bêne çêkirin û çekdarên ku Tirkiye pişgiriya wan dike ji deverê derkevin.

Back to top button